Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin 2018-06-05 03:25:09   BOLÛ – Li Bolûyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema rêveberên HDP’ê alayên HDP’ê li avahiya partiyê daldiqandin, komek êrîşî wan kir. Hat hînbûn ku niha hin xebatkarên partiyê di avahiyê de asê mane. HDP’a Bolûyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema xwest alayên partiyê li avahiya HDP’ê ya bajêr daliqîne, Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Bolûyê destûr neda û got: “Eger hûn li vir alayan daliqînin ez ê binçav bikim. Her wiha tiştek biqewime, ez jê neberpirsiyarim.” Piştî van gotinên polîsa, komeke nêzî sed kesî, alayên HDP’ê şewitandin. Koma êrîşkar nahêle rêveberên partiyên yên navçe û bajêr ji avahiya partiyê derkevin. Ji ber ku polîs mudaxile nake, rageşî didome. Her wiha rêxistina bajêr a HDP’a Bolûyê jî di vê der barê de daxuyanî da û diyar kir ku êrîşkar di leha îktîdarê û serokomar de dirûşmeyan berz dikin.