'AKP bi xwîn û dagirkirinê temenê xwe dirêj dike’ 2017-10-15 09:22:33 HATAY -  Nûnerê Partiya Şoreşgeran ê Hatayê Tumen Turunç, dest nîşan kir ku armanca operasyona Îdlîbê dorpêçkirina Efrînê ye û wiha got: “AKP, hewl dide bi xwîn û dagirkirinê temenê xwe dirêj bike.”  Nûner û hevserokên partiyên siyasî yên li Hatayê bertek nîşanî operasyona Îdlibê dan. Nûnerê Partiya Şoreşgeran ê Hatayê Tumen Turunç, bî bir xist ku ji zûvde ye ku Tirkiye amadekariyên operasyona Îdlibê dike û wiha got: “8-9 meh berê 15-20 kîlometre ber bi nava Îdlibê de bi hinceta ‘Dê kampa nû bê çêkirin. Wê sivîlên li Helebê li wir bên bicihkirin. Wê penaberên li Tirkiyeyê li wir bên bicihkirin’ xebat hatin destpêkirin.” Turunç diyar kir ku ji wê çaxê ve diyar bû ku hesab û kitabên dûr û dirêj tên kirin.    'HEWL DIDE BI XWÎN Û DAGIRKIRINÊ TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE’    Turunç diyar kir ku AKP, rejîmeke ku bi faşizm û xwînê xwe xweyî dike û wiha got: “Ji bo xwe xweyî bike û îktîdara xwe bidomîne dev ji xwînrijandinê bernade. AKP, hem li derve hem jî li hundur vê yekê bi polîtîkaya ‘dagirkirinê’ disepîne. Dixwaze wê îtbara xwe ya ku winda kiriye bi şovenîzm û dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan dubare bi dest bixe. Bi îmaja ‘ev der ên min in’ dixwaze bi xwîn û dagirkirinê temenê xwe dirêj bike.”    'ENDÎŞEYÊN GEL HENE, ÇIMKÎ…’    Turunç, diyar kir ku bi operasyona Îdlibê re endîşeyek bi ser bajêr de girtiye û wiha axivî: “Wê ketina wê ya Îdlibê bi xwe re koçberiyê bîne. Ji ber ku sînor ji bo çeteyan hatine vekirin, jixwe endîşeyeke zêde heye. Li Hatayê hûn destê xwe bavêjin çi teqez li cîhadîstekî dikeve. Li nav çarşiyê çeteyên nixumandî û biçek tên dîtin.” Turunç, diyar kir ku li hemberî vê yekê têkoşîn divê û li dibistanan, taxan, li kargehan û hemû qadên jiyanê li dijî vê pêla faşist sekneke biryardar divê. Turunç got ku ev yek jî bi rêxistinbûyîneke xweparastinê pêkan e û wiha got: “Ev yek dikeve ser milê hemû şoreşgeran û peywireke dîrokî ye.”    Hevserokê HDP’ê ya Hatayê Kerem Nalbant jî, operasyona Îdlibê merheleya dawî ya xetaya polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ye û ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji şaşî û çewtiyan xalî nabe.    'XWÎN, HÊSTIR, XIZANÎ TÊ FERZKIRIN’    Nalbant wiha axivî: “Polîtîkayên şer; mirin e, rûxandine, girî û hêstirên çavan e. Wê şer bandoreke zêde ya neyînî li aboriyê bike. Ev bedêl ji bo kedkaran xizanî û feqîrtî ye. Her wiha ev rewş dê wek xwîn, hêstir û xizanî li zarokên malbatên kedkar û xizan vegere. Divê demildest dev ji van polîtîkayên xwe berde. Divê polîtîkayên li paradîgmayên aştiyane ji xwe re dike hedef esas bigire.”    ‘HEDEFA SEREKE EFRÎN E’   Nalbant dest nîşan kir ku, bi Îdlîbê hedefa sereke ya Tirkiyeyê Efrîn e. Nalbant got ku lê belê ev nêzîkatî zaf xetere û talûke ye. Nalbant wiha domand: “Kurd, dixwazin li Rojhilata Navîn li dilê ecem, tirk û ereban korîdorekê vebikin.” Nalbant, dest nîşan kir ku gelê kurd bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û divê Tirkiye destê xwe bide vê têkoşîna aştiyane. Nalbant got ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê êdî îflas kiriye û wiha axivî: “Ji bilî wê tu riyeke xelasiyê tune ye. Hemû îflas û husran in.”    MA / Hamdullah Kesen