Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin 2018-06-04 15:28:47 STENBOL – Di doza Ozgur Gundemê de heyeta dadgehê ji bo mutalaya dosyeyê bide Serdozgeriya Komarê biryar da. Danişîna 9’emîn a doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin ku nivîskar û rêveberên wê tên darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Xwediyê îmtîyazê yê rojnameyê Kemal Sancili ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Necmiye Alpay û Înan Kizilkaya yên serbest tên darizandin jî di danişînê de amade bûn. Sancili di danişînê de axivî û xwest qedexeya derketina dervayî welat ji serê bê rakirin û berdana xwe daxwaz kir.    Heyeta dadgehê biryara domandina girtina Sancili da. Heyetê ji bo beşdara Alpay a danişînê li ber çavan girt û hikum kir ku xelasbûyî bê girtin.    BIRYARA GIRTINA ZARAKOLU HAT RAKIRIN    Heyetê bi boneya ku navnîşana nivîskar Ragip Zarakolu ya li derveyî welat diyar e biryar da û rakir. Heyetê hikum kir ku ji bo mutalaya dosyeyê bidin Serdozgeriya Komarê û danişînê taloqî 10’ê cotmehê kir.