‘Paqijî û xwedîkirineke bi tenduristî rê li ber nexweşînan digire’ 2017-10-15 09:21:39 MÊRSÎN – Bi hatina zivistanê re bijîşk ji bo tevdîrê hişyariyan dikin. Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan, hişyar kir ku ji bo muqawemetî zêde bibe divê mirov giraniyê bidin xweyîkirin û paqijiyê.  Bi sermabûna hewayê re hêdî hêdî nexweşînên wek şewb û nezleyê xwe didin der. Li hemberî vê pispor hişyariyan dikin. Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan, got ku li hemberî sermayê divê mirov giraniyê bidin xweyîkirin û paqijiyê. Ugurhan wiha got: “Ji ber ku ev nexweşîn herî zêde di dema merhebayê û riya hewayê de li mirovan peyda dibin, divê mirov xwe ji merhebayê ango bidestgirtinê dûr bixin.”    Ugurhan, anî ziman ku zivistanê herî zêde şewb xwe dide der û ji ber nexweşîneke ku zû belav dibe, divê li hemberî vê mirov giraniyê bidin paqijî û xweyîkirinê. Ugurhan, dest nîşan kir ku rêbaza herî girîng a parastina ji nexweşînan, ew e ku mirov xwe ji temasa fiziksel û nêvengên qerebalix dûr bixîne û balê bide ser paqijiyê û bi taybetî jî divê malbat hay ji zarokên xwe yî diçin dibistanê hebin. Her wiha Ugurhan got ku divê teqez li lawaboyên dibsitanan sabûn hebin.    'DIVÊ TIŞTÊN KU MUQAWEMETIYÊ ZÊDE DIKIN BÊN XWARIN’    Ugurhan, dest nîşan kir ku rêbazeke din a parastina li hemberî nexweşînan jî ew e ku mirov muqawemetiya bedena xwe tim bilind bigire. Ugurhan, diyar kir ku ji bo vê yekê jî divê tiştên avî zav bên mezaxtin. Ugurhan got ku rêbaza herî guncan a xweyîkirinê ew e ku mirov zivistanê fêkiyên zivistanê, havînî jî yên havînê bixwe. Ugurhan, diyar kir ku hinar, zebze û ava goşt jî rê li ber nexweşînan digirin.