Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye 2018-06-04 12:29:41   AMED - 3 sal di ser êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê ku li qada Îstasyona Amedê pêk hat re derbas bûn. Dî êrîşa ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn de hêj gelek pirs li benda bersîvê û ronîkirinê ne. Prz. Nadide Kurul, diyar kir ku Orhan Gonder ê DAIŞ'î hêj têkiliya wî ya li Amedê nehatiye ronîkirin.    Di ser êrîşa DAIŞ'ê ku di 5'ê Hezîrana 20157an de li dijî mîtînga HDP'ê ya qada Îstasyonê ya Amedê pêk anî re 3 sal derbas bûn. Lê hêj bûyer bi her alî ronî nebûye û hêj hesab ji berpirsiyaran hetiye pirsîn. Di mîtînga mezin a Qada Îstasyonê ku bi sed hezaran kes beşdar bûbûn de, endamê DAÎŞ'ê Orhan Gunder, li qadê ya 2 hezar û 360 polîs lê peywirdar bûn, 2 bomba bi cih kirin û teqandin. Di teqînê de welatî Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Ali Turkmen jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 400 welatî jî birîndar bûn. Piştî bûyerê rojek şûnde Serdozgerê Komarê yê Amedê bi lez û bez der barê lêpirsîna bûyerê de biryara veşartina dosyayê da. Piştî bûyerê çend roj şûnde Serokwezîrê AKP'î yê berê Ahmet Davutoglu bi xwe daxuyanî da û got berpirsiyarê bûyerê Orhan Gonder, li Dîlokê hat girtin. Derket holê ku bi sedema Gonder tev li DAIŞ'e bûye di 2014'an de serî li Midûriyeta Polîsan a Semsûrê dabûn. Dîsa hat zanîn ku Gonder li Kampên DAİŞ'ê 6 mehan perwerde dîtiye û di 26'ê Gulana 2015’an de derbasî Tirkiye bûye.    Piştî bûyerê 11 meh şûnde îdîaname hat amadekirin û gelek pirsên din bi xwe re ava kirin. Gelek pirs jî hatin ronîkirin. Di îdîanameyê de hat diyar kirin ku li gel Gonder, Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç û Burhan Gok  yên girtî jî hene. Amîrê DAİŞ’ê yê sînor Îlhami Bali jî wekî şikdarê fîrar di dosyayê de cih girt. Dozger der barê Gonder, Korkmaz, Kilinç û Gok ên girtî tên darizandin û bersûc Îlhami Bali yê fîrar tê darizandin de ji bo her kesekî 5 caran cezayê giran ê muebetê xwest. Bi giştî ji 4 hezar û 101 salan heta 6 hezar û 318 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Derket holê ku çûn û hatinên endamên DAİŞ'ê yên ser sînor berê ji aliyê polîsan ve hatine şopandin. Doz bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Enqereyê hat kirin. Herî dawî danişîna dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Rojava ya Sîncanê ya Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de bersûc Burhan Gok hat berdan. Burhan Gok li Dîlokê di maşîna Sami El Bakravi û Mustafa Kiliç de de hatibû girtin. Burhan Gok û Mustafa Kiliç, têkildarî bûyera 5'ê Hezîranê hatibû girtin. Sami El Bakravî jî şandin dervê welat.    DER BARÊ BÛYERÊ RE 3 SAL DERBAS BÛN LÊ HÊJ BÛYER RONÎ NEBÛYE   Parêzera dozê Nadide Kurul, ku ji destpêkê de dozê dişopîne, diyar kir ku heta niha gelek aliyên bûyerê ku divê bên ronîkirin nehatiye ronîkirin û li benda ronîkirinê ye. Kurul, anî ziman ku piştî bûyerê Serdozgerê Komarê yê Amedê bi lez û bez der barê dosyayê de biryara veşartinê anî û wiha got: "Ji ber biryara veşartina dozyayê heta 9 mehan me naveroka dosyayê nezanîbû. Me xwest müdaxili bûyerê bibin. Lê dosya veşartî bû. Me nekaribû xwe bigînin agahiyan. Li gorî rastiya bûyerê lêpirsînek çalak û xurt nehat kirin. Ji ber lêpirsînek baş nehat kirin li gorî wê darizandinek baş jî neheat kirin.  Li gel ku der barê yekemîn berpirsiyarê bûyerê Orhan Gonder de biryara windakirinê heye jî dîsa şevekê li otelê dimîne û dîsa nayê girtin.  Di dîmenan de pir zelal hat dîtin ku bersûc Orhan Gonder çawa bombeyan di çopgehêde bi cih dike. Gonder beriya bûyerê tê Amedê û 4-5 rojan li Amedê dimîne. Li vir ji kê û çawa alîkarî dixwaze hêj nehatiye ronîkirin. Têkiliya wi li amedê bi kê re divêbê ronîkirin.  Gonder di îfadeya xwe de diyar dike ku bi seyarfiroşê li qadê Y.S.Z. di nava têkiliyê de ye.    Ger ku serlêdana malbatê ya windabûna Orhan Gonder li ber çavan hatiba girtin u tedbir hatina girtin dê bûyerek bi vî rengî pêk nehatibûya.  Dema Gonder hat li Otelê ma lêpirsîn hatibûya kirin dê rê li pêş vê yekê hatibûya girtin.    JI BO RONÎKIRINA BÛYERÊ EMÊ TÊBIKOŞIN   Kurul, destnişan kir ku ji bo hemû aliyê bûyerê ronî bibin û berpirsiyar bê darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    MA / Deniz Tekin – Lezgin Akdeniz