Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû 2018-06-04 12:08:15   COLEMÊRG - Li Şemzînanê, şevê din li dijî qereqola polîsan a avakirina wê didome, êrîş pêk hat û heya serê sibê pevçûn berdewam kir. Di endama gule barandina hêzên taybet de zarokekê gundê Şapatanê ji piyê xwe birîndar bû.     Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di saetên şevê de pevçûn derket. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di saetên şevê de li dijî qereqola Hêzên Taybet a pêşberî gundê Şapatanê ku avakirina wê berdewam dike êrîş pêk hat. Pevçûna di saet 23.00’an des pê kir, heya saet 02.45’an berdewam kir. Hat diyar kirin ku li derdora Çeşmeya Qeymeqamtiya pevçûn rû daye û derbarê pevçûnan de agahiyên zelal nehatin girtin. Ji ber ku tîmên hêzên taybet bi ketober gule li derdorê reşandin, zarokek ji piyê xwe birîndar bû. Zaroka 15 salî Rojîn Tekîn a li balkona malê rûniştî bû gule li piyê wê ket û birîndar bû.   Malbata Tekîn ew rakirin Nexweşxaneya  Dewletê ya Şemzîzanê û piştî mûdaxileya dest pê kê ji nexweşxanê hat derxistin. Malbata Tekîn, diyar kir ku gule piyê keça wan çizirandiye û bi şansek mezin ji mirinê xelas bûye.