Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin 2018-06-04 10:36:51 STENBOL -  Meclîsa Welatiyên Beyoglu ya ku li dijî “Rejîma yekmirov’ hat damezrandin, li gor derfetên xwe standan vekirine û di standan de dibîjin “Ji bo edalet, demokrasî, wekhevî, azadî, başbûna aboriyê û ji bo jiyaneke bi xwişk û bira deng bidin û biçin."  Li Beyogluya Stanbolê welatiyên di serdema referanduma 16 ‘ê Nîsanê de ji bo demokrasiyê hatin gel hev û li dijî ‘Pergala Serokomariyê ji bo ku bêjin NA’  bereya ‘NA Beyoglu’ avakirin, niha jî ji bo hilbijartina 24’ê hezîranê zend û bend badan û ketin nav liv û tevgerê. Bi vê boneyê Meclîsa Welatiyên Beyoglu avakirin û di serî de li kolana Îstîklalê û di gelek deverên Beyoglu de stand danîn û li dijî ‘Pergala yekmirov’ xebatên propagandayê dikin û wiha pêde diçin: “Pergala yekmirovî rê li welat xitimand û wext wexta guhertinê ye” destnîşan dikin û xebata xwe wiha temam dikin: “Ji bo edalet, demokrasî, wekhevî, azadî, başkirina mercên aboriyê û jiyaneke birayetî dengê xwe bidin û biçin.”   ‘HELWESTA ME YA JI BO HILBIJARTINÊ DIYAR E’   Meclîsa Waletiyên Beyoglu ji gelek derdorên civakê pek tê û ji wana Metin Ozalnişkali destnîşan dike ku eniya ‘Na Beyoglu’ ya ku di 16’ê Nîsana referandumê de hat damezrandin avabûneke sivîl e. Ew enî ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê careke din hat gel hev. Di hilbijartina pêk bê de em careke din helwesta xwe diyar dikin. Helwesta ku me diyar kir jî em dixwazin nîşanî mirovan bikin da ku em wan jî bandor bikin. Ji bo vê jî em li hin deverên taxa xwe propagandayê dikin.    ‘EM LI DIJ PERGALA YEKMIROV HELWESTA XWE AŞKERA DIKIN’   Ozalnişkali destnîşan dike ku xebatên Meclîsa Walatiyên Beyoglu li gor derfetên demê yê welatiyan em hatine gel hev. Me bi derfetên xwe alavên xebatê kirîn. Em ne girêdayê partiyek in. Tenê li dij ‘Pergala Yekmirov’ xwedî helwest in û vê helwestê bi welatiyên din re parve dikin û Ozalnişkali wiha dibêje: “Em ji welatiyan re dibêjin ku ev welat nema bi ‘Pergala Yekmirov’ birêve diçe hun li gor vê helwesta xwe diyar bikin û dengê xwe didin kê hun zanin. Lê rengên meyên siyasî jî heye. Li gel rengên me yên siyasî jî em vê li ser welatiyan ferz nakin.”   ‘GOTINA ME JI BO DEMOKRASIYÊ YE’ Ji endamên Meclîsa Welatiyên Beyoglu Asli Sarioglu diyar dike ku kêşeya Beyoglu ji kêşeya Tirkiyê ne qut e. Ji bo vê em hatin gel hev û vê bereyê ava kir. Sarioglu wiha got: “Aramanca me ev e ku ji bo jiyaneke ciwantir xwedî li jiyana xwe derkevî. Ev jî ligel her kesî di kolanê de pêkan e. Ger ku jiyan li Beyoglu aram be dê li Colemergê, li Edîrneyê jî aram be. Yanî tu cihek ji hev qut nin e. Ji ber vê jî em dixebitin. Heta ku li Tirkiyê pergala yekmirov hebe ne pêkane ku demokrasi hebe. Heta ku pergala yekmirov hebe dê rewşa aboriyê ber bi xirabûnê ve biçe, dê destur nebe ku kes girevê bike. Ji bo guherîna vana bi gişti divê pergala yekmirov ji holê rabe. Em jî ji bo demokrasiyê dixwazin di vî hilbijartinê de gotina xwe bêjin.”   MA / Ferhat Çelik