Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt? 2018-06-04 10:01:41   ŞIRNEX - Arafat Çaglarê 10 salî yê li Cizîrê kûçik rûyê wî gez kir, li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê hat dermankirin û piştî demek şûn de rewşa wî nebaş bû û li nexweşxaneyekê Dîlokê jiyana xwe ji dest da.    Zarokê 10 salî Arafat Çaglar ê xwendekarê refa 4’emîn a Dibistan Destpêkê ya Fatîh a taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê, berî mehekê dema diçû dibistinê kûçikekê rûyê wî gez kir. Polîsên hatin cihê bûyerê Çaglar li maşîneya zirxî siwar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Çaglar piştî tedawiyek dem kurt şandin malê. Rewşa tenduristiya Çaglar 10 roj şûn de xerab dibe û malbata wî dibin nexweşxaneyê Dîlokê. Li nexweşxanê Çaglar radikin beşa lezgîn a Beşa Anestezî û Reanîmasyonê.    Çaglar ê 20 rojan hat dermankirin di 03’yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê Çaglar ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî otopsiyê di saetên şevê de cenazeyê Çaglar hat definkirin.   Hat îdîa kirin ku ji ber ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Çaglar baş derman kirin, jiyana xwe ji dest da. Berê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ji ber ku pisporê nexweşîn û welidandina jinan tunebû, Feyruz Pulat a ducanî bi pitika xwe re ji ber mûdaxileya şaş jiyan xwe ji dest dabûn.