Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn 2018-06-04 09:40:42 COLEMÊRG - Hat diyar kirin ku li Şemzînanê di êrîşa roketê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.  HPG’iyan êrîşî leşkerên ewlekariya rêya di navbera Oremar û Bezelê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê digirtin, kirin. Êrîş di saet 18.00 ê  03’yê Hezîranê de pêk hat. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di daxuyaniya da de, diyar kir ku di êrîşa roketê de 3 leşkaran jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.   Piştî êrîşê leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û li herêmê operasyona bi alîkariya hewayî dest pê kir.