Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin 2018-06-04 09:23:23 AYDIN – 54 karkerên ku li navçeya Soke ya Aydinê ji ber mafê xwe yê sendîkayî xwestin ji SÎBAŞ’ê hatin avêtin, diyar kirin ku ew mafê xwe dixwazin û ji bo mafê xwe bi dest bixin dê têbikoşin. Ji karkeran Dilan û Muammer Yildiz diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin.  54 karkerên ku li navçeya Soke ya Aydinê di şîrketa Bazirganî û Sanaya Zexîre ya SÎBAŞê de kar dikirin, ji ber mafê xwe yê sendîkayi xwestin ji kar hatin avêtin. 54 karkerên hatin dûrxistin, ji bo mafê xwe bistînin têdikoşin. Karkerên ku ji ber Waliyê Aydinê çalakiyên li nava bajar qedexe kirine, çalakiyên wan rastî astengiyê tên. Ji ber qedexeyan nikarin bi rêk û pêk çalakiyan pêk bînin û nikarin daxwazên xwe bi dengê hêl bînin ziman. Ji 54 karkeran Dilan û Muammer Yildiz ku zarokekî wan heye bi hevre ji kar hatin avêtin. Hevser Dîlan û Muamer Yildiz, piştî j kar hatin avêtin bi hevre dest bi çalakiyan kirin û diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.    ‘KARSAZ ŞÎFREYEN E-DEVLETÊ DIXWAZE'   Muammer Yildiz (32), diyar kir ku ku ew û hevsera xwe Dilan bi hevre di heman fabriqeyê de kar dikirin û bi hevre ji kar hatin avêtin û wiha got: "Ji ber heqê erzan û mafê me dihat xwarin em bûn endamê sendîkayê. Me mafê xwe xwest. Lê karkaz got 'Min 51 kes ji kar derxist. Ez dê 35 kesên din ji kar derxim.' Piştî karsaz em ji kar derxistin û der barê me de nûçe hatin çêkirin, karsaz ji me xwest ku em wan nûçeyan biderewînin. Lê em xwe û mafê xwe diparêzin. Niha hevalên me yên di kar de mane jî her dem di bin zextan de kar dikin. Şîfreya E-devletê ji karkeran dixwazin. Gefan li karkeran dixwe ku wan ji kar bavêje. Li vir pirsgireka esasî qanûn in. Ji bo dadgehek bi encam bibe herî kêm ji 6 mehan heta 3 salan dem derbas dibe. Ger ku dadgeh 3 sal şûnde bi encam bibe dê gelek mirov mafê wan bê xwarin û betal bimînin. Bi zanebûn bi pêşeroja mirovan dilîzin. 7 salin li vir kar dikim. Di nava mede karkerên 16 sal kar dikin hene. Niha hinceta êdî makîne pêş ketiye nişan dide. Wê demê çima piştî em bûn sendîkayî em ji kar avêtin.    Yildiz, anî ziman ku di her seferê de OHAL'ê dikin hincet û wiha axivî: "Karsaz her dem OHAL'ê hincet nîşan didin. Di pêvajoya OHAL'ê de mafê karkeran ê grevê jî qedexe kirin. Em dixwazin demek berî demekê OHAL rabe. Niha em derbasî hilbijartinê dibin. Çima hewce bi hilbijartina pêşwext dîtin. Wê demê rewşa Tirkiye gelek xerab e. Hewce bi OHAL'ê tune û divê OHAL'ê rakin. Lê ew dixwaze kar hebe û kêfa patron li cih be. Êdî ji bo karkeran AKP qediya ye. Mirovên diçin ser sindoqan bila kesên betal bifikirin û biçin ser sindoqan. Bila heqê keda tê xwarin bifikirin. Heta ku em mafê xwe bistinin emê têbikoşin.    ZEXTÊN LI SER JINAN ZÊDE YE   Dilan Yildiz jî anî ziman ku di febriqeyê de zextê li ser jinan pir zêde ye û wiha got: "Dema karê karsaz di rêde naçe hêrsa xwe ji jinan û karkeran derdixe. Em saet ji 08.00’an heta 21.00’an dixebitin. Dema me nedixwest mesaîya zêde bikin xwe hêrs dikir û gef dixwarin. Em karê xwe dixwazin. Heta ku me dîsa karê xwe û mafê xwe bistînin emê têbikoşin.    MA / Ruken Demir