‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’ 2018-06-04 09:18:21 ENQERE - Kampanyaya hilbijartina HDP’ê bi pêşengtiya jinan bi rêve diçe. Jinên mal bi mal digerin her cihê diçinê rastî eleqeyek mezin tên. Hilbijêrek eleqeya nîşanê HDP’ê didin bi van gotinan vedibêje: “Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça  min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide.”  Demek kurt ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ma. Ji ber vê yekê partiyên siyasî lez dan xebatên xwe.  Xebatên qadan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hemû leza xwe berdewam dikin û jin bi coşek mezin pêşengtiya xebatan dikin.   JIN BI COŞEK MEZIN LI QADANE    Namzetên jin û endamên jin ên HDP’ê yên Enqerê di saetên serê sibê de li rêxistina navçeyê kom dibin û bi belavkirin wêne û belavokên namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re dest bi xebatên hilbijartinê dikin.    MAL BI MAL, TAX BI TAX DIXEBITIN    Namzetên jin mal bi mal, tax bi tax digerin, beşdarî xebatên standan dibin, bi yek bi yek bi welatiyan re sohbet dikin û sozên xwe yên hilbijartinê ji wan re vedibêjin. Welatî eleqeyek mezin nîşanî xebatên HDP’ê yên bi pêşengtiya jinan tên birêve birin, didin.    'GER EZ DENGÊ XWE BIDIM HDP’Ê DÊ ERDOGAN BIÇE?'   Hin diyalogên dinavbera namzetên HDP û welatiyan de pêş ketin wihane: “Ez dengê xwe nadin HDP’ê, lê ji Selahattîn Demîrtaş pir hez dikim”, “Bi awayekê bêmaf Demîrtaş di girtîgehê deye”, “Ger ez dengê xwe bidin HDP’ê, dê Erdogan biçe?”, “Karê we pir zore, Xwedê bi we re be” , “Min berê dengê xwe da  AKP’ê, ez ê di vê hilbijartinê de bidim HDP’ê, lê destûr nedin ku dengên me bidizin” “Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide.”