Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike 2018-06-04 08:24:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP’ê li gel endam û rêveberên HDP'ê li gund, tax, navçe û bajaran xebatên xwe bi şev û roj berdewam dikin. Bi roj li tax û guhdan digerin û bi şevê jî bi girseyî buroyên hilbijartinê vedikin. HDP bi xebaten li tax û gundan kelecana hilbijartinê li her derê belavdikin. Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, diyar kir ku tevî hemû zextan li ser piyan in û bi coşek mezin diçin meclisê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên hilbijartinê bi tevlêbûna namzet, parlamenter, endam û rêveberan bi şev û roj li tax, gund, navçe û kolanan berdewam dikin. Namzetên HDP'ê bi roja gund û esnafan ziyaret dikin, bi şev jî mal bi mal digerin û li hemû deriyan didin. Li gelek navendan jî bi girseyî buroyên hilbijartinê vedikin. Şevê din jî li gelek tax û navçeyan xebatên hilbijartinê bi vekirina buroyan û heta derengê şevê şahiyên HDP'ê yên hilbijartinê berdewam kir. Li Îzmirê Koma Jinên ku xwe wekî “Jinên Gotin TEMAM" pênase dikin û LGBTİ li Qada Fuar Çim a Kulturparkê sifreya ruyê erdê ava kirin. Namzetên HDP'ê yên Îzmirê yên jin jî tev li vê şahiyê bûn. Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Cemile Aydin, diyar kir ku ew dê li meclîsê li mafê dayikan bigere û wiha got: "Em dayikên aştiyê ne. Em her dem u li her derê aştiyê dixwazin."  Namzetên din jî axaftin kirin û bal kişandin ser xebatên xwe. Piştî axaftinan fitar vekirin û bi kurdî stran gotin û govend gerandin.    MANÎSA    Li navçeya Turgutlu ya Manîsa jî namzet û rêveberên HDP'ê li salona dawete ya Taxa Ataturk şahiya gel pêk anîn. Ji ber salon tije bû û cih nema, gel li derve sifreya fitaran raxist. Namzetê HDP'ê yê Manîsayê Sirri Sakik axaftin kir û gel silav kir.    KOCAELÎ   Namzetên HDP'ê yên Kocaelî Alî Bugdayci û Necati Altinyaprak, li taxa Tavşantepe mal bi mal geriyan û malbat ziyaret kirin. Namzetan li ser pirsgirêkên heyî malbat agahdar kirin û xwestin di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan.    BURSA   Li gelek tax û navçeyên Bursa jî HDP'ê stantên hilbijartinê vekir. Namzetên HDP'ê  saziyên cvivakî û esnaf ziyaret kirin û bal kişandin ser krîza aborî.  Li qada Kent a Bûrsayê bi tevlêbûna namzetan Buroya Hilbijartinê hat vekirin. Li taxa Hacivat a Yildirim jî bi girseyek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin. Piştî vekirina buroyê bi tevlêbûna sedan kesan govend gerandin.    EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî bi tevlêbûna namzetan û rêveberên HDP'ê xebatên xwe bi şev û roj berdewam dikin. Namzetên HDP'ê yên Edeneyê Tulay Hatimogulları, Beritan Onen, Rozerin Tosun, Denîz Varol, Turkan Bakir û heyeta bi wan re, li kolana Rêya Barajê belavok belav kirin.    Li taxa Cumhuriyetê ya Yuregirê jî bi girseyî buroya hilbijartinê vekirin. Ciwanan eleqeyek mezin nîşanî vekirinê dan. Heta derengê şevê govend gerandin û bê navber dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Dk HDP, Em diçin meclîsê" û "Şehit Namirin"  berz kirin. Namzet Tulay Hatimoglu, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û diyar kir ku dê di 24'ê Hezîranê de dawî li tecrîdê jî bînin.    MÊRSÎN    Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê jî li gel endam û rêveberan Akdenîz, Toroslar û Yenişehirê gel û kahwexane ziyaret kirin û beşdarî civînên gel bûn. Namzetên HDP'ê Ridvan Turan,  Atilla Guney û Fatma Kurtalan li taxa Guneykent a Toroslarê bi girseyî buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buro de Ridvan Turan, diyar kir ku tevî hemû zextan li ser piyan in û bi coşek mezin diçin meclisê.    HATAY    Li navçeya Îskenderun a Hatayê jî namzetên HDP'ê Kerem Nalbant, Bayram Yılmaz, Kadriye Turhan û Fatma Ozdemir li taxa Gultepe buroya hilbijartine vekirin.    MÊRDÎN    Namzetên HDP'ê yên Mêrdînê jî bi roj gund ziyaret kirin û bi şev li taxa Medya ya navçeya Qoserê bi tevlêbûna sedan kesan buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê Ebru Gunay û Dilaver Înal jî tev li şahiya vekirinê bûn.