Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin 2018-06-03 18:04:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên namzetên HDP'ê û rêveberan bi ziyareta gundan û esnafan li gelek gund, navçe û bajaran bi coşek mezin berdewam dike. Namzet ji aliyê gel ve rastî coşek mezin tên. Namzetan di ziyaretan de gel li dijî hîleyan hişyar kirin û xwestin li sindoqan xwedî derkevin.    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinê ya 24'ê Hezîranê de xebatên xwe li gund, tax, navçe û bajaran bi ziyareta welatiyan û esnafan berdewam dikin. Namzet mal bi mal digerin û hem dixwazin biçin ser sindoqan û hem jî dixwazin sindoqan biparêzin.    MÊRDÎN    Namzetên HDP'ê yên Mêrdînê bê navber li navçe û gundan digerin û ziyaretên gel berdewam dikin. Namzetan bi coşek mezin li navçeyên Stewr, Barman, Ewîna buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê Gulbin Şahin Daghan û Mithat Sancar jî tev li şahiyan bûn. Di vekirina buroyan de gel bê navber diruşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Li bajaroka Ewîna di vekirina buroyê de ciwanan eleqeyek mezin nîşan da û dirûşmeyên “Biji serok Apo" û "Bijî berxwadana HDP’ê" berz kirin.  Namzeta HDP’ê Pero Dundar û Tuma Çelîk jî li gundên Navçeya Midyatê geriyan û gel ziyaret kir. Namzetên HDP'ê Ebru Gunay û Dilaver Înal jî li Qoser û Artukluyê gund ziyaret kirin .   ŞIRNEX    Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê jî li Bajaroka Dêrgulê eznaf ziyaret kirin. Namzetê HDP'ê Hasan Ozguneş û gelek endam û rêveberên HDP'ê bi hevre esnaf ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê li ber şaredariya Dêrgulê kom bûn û piştre belavokên hilbijartinê li esnafan belav kirin. Namzetên HDP'ê ji aliyê esnafan bi coşek mezin ve hat pêşwazîkirin.    LI HERÊMA ÇUKUROVA JÎ BI COŞ XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIDOMIN   Namzetên HDP'ê yên Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniyê jî esnaf û gel ziyaret kirin û belavok belav kirin. Namzetên HDP'ê li navçeyên Seyhan, Yuregir, Çukurova û Karataşê yên Edeneyê esnaf ziyaret kirin. Li Navçeyên Tarsus, Toroslar, Akdeniz, Yenişehir, Mezitli û Erdemliyê civînên gel pêk anîn û bi gel re hatin cem hev. Li navenda Antalya jî namzetan belavok belav kirin. Li Osmaniyê jî li taxa Adnan Menderes a navenda bajar namzetan gel û esnaf ziyaret kirin. Li navenda Bajarê Hatayê jî namzetan hilbijêr ziyaret kirin û belavok belav kirin.    BEDLÎS Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê, ligel Komîsyona  Jinan a Hilbijartinê li taxa Kale xebatên hilbijartinê meşandin. Jinên bi wesayîtên anonsan ketin taxê, dûre bûn du kom û xebatên hilbijatinê li kolan bi rêve birin. Jinan li welatiyan  borşur belav kirin û li taxê ji bo jinan civîn pêk anîn. Jin piştî xebatên li  taxa dê piştî fitarê li taxa Karşiyaka bigerin û biçin serdana malan.   AGIRÎ   Li Agiriyê jî HDP’î bi awayekê 5 komî li navçeyên Bazîd, Giyadin, Panos, Dutax, gund û navendê geriyan û çûn serdana malan. HDP’iyên çûn gund, navçe û taxên bajêr bi coşek mezin hatin pêwazîkirin.    ÎZMÎR     Komeleya Dersimiyên Îzmîrê, li Kent Ormani ya Încîralti çûn seyranê û namzetê HDP’ê yên Îzmîrê jî beşdarî seyranê bûn. Namzeta HDP’ê Serpîl Kemalbay li seyranê axivî û wiha got: “Em ê di 24’ê Hezîranê de teqez qezenc bikin.”    DENÎZLÎ   Rêxistina HDP’ê ya Denîzlî  jî, li navçeya Çinarê stant vekir. Namzetên jin beşdarî vekirina stantê bûn û bi welatiyan re sohbet kirin.    AYDIN   Nemzetên HDP’ê yên Aydinê jî, li navçeya Sokê çûn serdana Cemxaneya Sokê û Mala Mamostayan a Sokê ziyarat kirin. HDP’î li vê van deran bi welatiyan re hatin gel hev û li ser girîngeha hilbijartinê sohbet kirin.    Rêxistinên HDP’ê yên Sakarya, Tekîrdag, Edîrne, Koaelî û  Stenbolê jî, bi tevlîbûna namzetên HDP’ê xebatên hilbijartinê bi rêve birin û çalakiyên cur be cur li dar xistin.