ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne 2018-06-03 14:35:37   AMED - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha Gulanê aşkere kir û diyar kir ku li Tirkiye 192 rojnameger girtî ne û jê 70 endamên ÎRA ne.   ÎRA, da zanîn ku 25 rojnameger hatin darizandin û jê li 3 rojnamegeran 14 sal, 1 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn.    Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora binpekirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir. ÎRA, da zanîn ku  Tirkiye di serdemeke krîtîk a hilbijartinê de ye û wiha got: Di hilbijartina heyî de rejim û siberoj tê destnîşankirin. Di guherîna  serdemên rejîman û serdemên kirîtîk ên birêxistinkirina civakan de çapamenî navgineke stratejîk e. Di van demên ku desthilatdar, rejîma xwe diyar dikin de heke armanca wan demokrasî û azadî be stêrka guherîna wan û helwesta çapameniyê ya stratejîk li hev dike. Na ku armanc ne demokrasî û azadî be berovajiyê vê pêk tê."     ÎRA, anî ziman ku rejîma AKP’ê û Serokomar xwe bi ‘Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) û rejîma yek mirovî pênase dike û wiha berdewam kir: "Evî jî venaşêre û aşkera diparêze. ‘KHK û rejîma yek mirovî’ ne pêkane ku di herka xebatên xwe de karibe bi xwediyê helwesat demokrasî û azadiyan re li hev bike. Ew dijberê helwest û hewildanên demokrasî û azadiyan e. Hê di erefata hilbijartinê de ‘diranên xwe yên fîq’ nîşan da û siyaseta xwe aşkera kir.  Bi ‘operasyoneke di dilqê aboriyê de dest da ser Dogan Holdîngê.Bi operasyoneke leşkerî jî dest da ser Matbaaya Gun û Rojnameya  Ozgurlukçu Demokrasî girt. Bi şaxên vê operasyonê yên cur be cur êriş bir ser xebatkar û xebatên çapameniya azad. Li gor hişmendiya xwe qaşo wan ‘bê bandor’ kir. Xebatkaran kir binçavan û bi biryara dozgeran ew tewquxkirin. Ev bi rê û resmên îbretkirî yên zorbatiyê pêk hatin. Bo ku tirs birfrîne ser rojnamegerên din ev bi awayeke aşkera û li ber çavan hat birêvebirin. Van kiryaran bi taybet jî di van serdemên ku em lê dijîn de ji bo me kiryarên ne xerîb in. Gelek mînakên beloq ên di van reng û resman de tên bîra mirov hene. Yek ji vana kiryarên Rejîma Îranê ne ku di nav kolanan de li ber çavên gel muxalîf tên bidarvekirin. Her wiha Rêxistina hov a DAIŞ jî bo ku tirs û fikarê bifrîne ser rayagiştî di qadên vekirî û li ber çavên gel kiryarên sosret ên qirkirinê di ser mirovan de pêk tîne û van kiryaran jî di ser navgînên weşanê de bi raya giştî re parve dike."    ÎRA, da zanîn ku ev rastiya Tirkiye ye û wiha lê zêde kir: "Di xwezahiya ‘Çapameniya Azad’ de demokrasî û azadî heye. Ancax ji ber vê hebûna xwe ya xwezayî rastê êrişan tê. Herî dawî di erefata hilbijartinê de êrişeke mezin ya dawî pêk hat û hê jî wek erdhejên dahatu didomin. Bi taypbet jî li dij ‘Çapameniya Azad’ bi rê û resmeke qirker bê ku kêm bibe her diçe lez dide xwe. Di encama van êrişan de hejmara endamên Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) yên di girtîgehê de derket 70 kesî û bi giştî hêjmara girtiyên rojnameger jî bûn 192 kes."     ÎRA cih da daneyên binpêkirinan û ev agahî parve kirin:  "192 rojnameger di girtîgehê de ne  6 rojnameger hatin binçavkirin  4 rojnameger hatin girtin  37 rojnameger, derbarê wan de doz hat vekirin  1 rojnameger, derbarê wî de biryara lêpirsîn hat dayîn 25 rojnameger hatin darizandin 3 rojnameger, derbarê wan de 14 sal, 1 meh û 22 roj ceza hat birîn 1 rojnameger jî hat derpkirin   Em Înisîfatîfa Rojnamegerên Azad ne tenê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran amade dikî û parve dikî. Helwesta me ya ji bo vê jî diyar e. Ew helwest jî ‘helwesat azatdiya çapameniyê ye’. Di çarçoveya vê helwestê de em bang dikin ku dawî li her cure êrişên bi ser çapameniyê de pêk tên bên rawestandin û rojnamegerên girtî demildest serbest bên berdan."