Li Girtîgeha Amedê ya servekirî îdîaya îsyanê 2018-06-03 12:46:06   AMED - Li Girtîgeha Servekirî ya Amedê ku li ser rêya Erxeniyê ye, hat îdîakirin ku îsyan derketiye.    Li Kamusa Girtîgeha Servekirî ya Amedê ku li ser rêya Erxenî nû hatiye avakirin û nêzî 430 girtî lê dimînin, hat îdîakirin ku îsyan derketiye. Hat diyar kirin ku girtiyan li dijî rêveberiya girtîgehê serî hildaye. Gelek polîs sewqî herêmê hatin kirin.