Gelê Êlihê dê bi deh hezaran Temellî pêşwazî bikin 2018-06-03 12:05:50   ÊLIH - Gelê Êlihê, amadekariyên pêşwazîkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dikin. Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen, diyar kir ku sibê Hevserokê Giştî Temellî dê were Êlihê û got: “Di konvoyên me de gel hene, lê di Konvoyên AKP’ê de artêşa ewlekariyê, polîs û cerdevan hene.”     Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ji bo hevdîtina gel dê sibe were Êlihê. Amadekariyên hevdîtina gel a li Êlihê bi dawî bûn. Êlihiyên bi coş û girseyek mezin di hefteya derbas bûyî de namzetên xwe pêşwazî kirin, xwe amade dikin ku bi hema coş û kelecaniyê Hevserokê Giştî Temellî jî pêşwazî bikin. Temellî sibe saet 16.00’an dê li Kozluka Uçyol bê pêşwazî kirin û di saet 21.00’an de li navenda Êlihê xîtabê gel bike.   'LI HEMÛ DERÊ EM BI COŞ TÊN PÊŞWAZÎKIRIN’    Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik, derbarê xebatên hilbijartinê yên li bajêr de agahî dan û wiha axivî: “Dinava 20 rojan de me 15 buroyê hilbijartinê li Êlihê vekirin. Xebatên me yên hilbijartinê bi coşa gel re berdewam dikin. Li hemû derê me bi coşek mezin tên pêşwezîkirin. Gelê Êlihê dê bi hemû coş û kelecaniya xwe Temellî pêşwazî bikin. Di konvoyên me de gel hene. Di Konvoyên AKP’ê de jî artêşa ewlekariyê heye. Êdî hemû kes rastiya HDP’ê jî û rastiya  AKP’ê baş nas dikin.”   'GEL DÊ TECRÎTÊ BIŞKÎN E'   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Şukru Tapkan jî, anî ziman ku ew li hemberî coşa gel bi kelecan dibin û wiha got: “Em mal bi mal digerin. Gel ji zûde biryara xwe daye.  Îro li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîtek giran kirî heye. Gel dê di vê hilbijartinê de tecrîtê bişkine. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî pêşwazî kirina Temellî bibin û em bi hevre dengê xwe bikin bikin, dikin.”    ‘ME COŞA CIWANA LI HEMÛ DERÊ DÎT’   Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin jî, dest nîşan kir ku ewê bi awayekê girseyî Temellî pêşwazî bikin û got: “Gel Kurd ligel hemû êrîş û zextan biryara xwe ji zûde daye. Bi taybetî coşa ciwanan me li her derê dît û ev coşa wan berdewam dike. Em dixwazin di 4’ê Hezîranê de ciwan di rêzên pêş de cih bigirin.”