Beriya Erdogan bê Amedê polîs mal bi mal geriyan nasname kontrol kirin 2018-06-03 11:24:07   AMED - Beriya ku Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo mîtînga hilbijartinê îro bê Amedê, polîs mal bi mal geriyan û nasname kontrol kirin.    Beriya ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan bê Amedê li bajêr tedbîrên mezin ên "ewlehiyê" hatin girtin. Li aliyekî nokteyên kontrolê hatin zêdekirin, li aliyê din helikopter bê navber li ezmanê Amedê difire. Beriya ku Erdogan bê li Amedê rewşa awarte hat îlankirin. Rojek beriya wê li her derê bajar kontrola polîsan hat danîn û li hin rêyan jî barîkat hatin danîn. Erdogan ji ber dê bi balafiran bê Amedê li balafirgehê heta rêyên ku diçin walîtî û Qada îstasyonê alên AKP’ê hatin daliqandin. Dîsa li rêyên ku dê Erdogan lê derbas bibe bi awayekî lez û bez xebatên asfaltkirinê hat destpêkirin. Vê carê derveyî van pêkanînên ku di her hatina Erdogan de tê kirin, polîsan mohra xwe li bin bûyereke balkêş jî xistin. Polîsan bi talîmata Wezareta Karê Hundir, ji balafirgehê destpêkirin heta Bûlvara Mahabadê (Rêyeke 75 metre ye) hemû mal û avahiyên ku li ser vê rêyê ne ji GBT’ê derbas kirin. Di malên ku GBT’ê hat kirin, agahiyên çend kes li malê dijîn hatin qedkirin.