Îşkenceya li malê dest pê kir li qereqolê berdewam kir 2018-06-03 11:10:23   DENÎZLÎ - Penaberê Îranî Esmail Fattahî, li malê bi lêdanê hat binçavkirin û heta qereqolê jî rastî lêdanê hat. Fattahî piştî hat binçavkirin û rastî lêdanê hat vê carê polîsan gef li wî xwarin ku glî neke.    Penaberê Îranî Esmaîl Fattahî 3 sal berê ji ber pirsirêkên siyasî hat Tirkiye. Li Taxa 15 Mayis'ê ya Bajarê Denizlî bi cih bû. Fattahî, di statuya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi cih bû. Polîsên ku bi nemroya veşarî li Esmail Fattahî geriyan, daxwaza hevdîtinê red kir. Li ser vê yekê polîsan di 24'ê Gulanê de bi îdîaya "ixbar heye" bi ser mala wî de girt û ew li malê bi lêdanê binçavkirin. Fattahî, piştî tah binçavkirin, li qereqolê jî rastî îşkenceyê hat. Fattahî, piştî hat berdan ji ber ku rastî îşkenceyê hatiye gilî kir. Piştre bi îdîaya “Li dijî polîsan li ber xwe daye û li dijî polîs derketiye" îfadeya wî hat girtin. Fattahî, piştî îfade da serbest hat berdan. Polîsan dîsa xwe gîhand wî û gef li wî xwarin ku giliyê xwe paşve bikişîne.      Fattahî, diyar kir ku li Denîzliyê karê qeynaxê dike û bi heqê erzan kar dike û wiha got: "Dema li Denîzliyê çalakiyek pêk tê ez beşdar dibim. Ji ber vê yekê polîs min nas dikin. Saet 15.00 bû. Ketin malê û bi navê min bang li min kirin. Gotin Esmail. Dema min serê xwe rakir çek xistin serê min. Dema min got çi bûye? Min çi kiriye? Xaza îsotê avêtin nava çavên min. Destê min kelepçe kirin û ez bi lêdanê binçavkirim. Li mala min lêgerîn kirin û ez bi lêdanê birim. Di bin çavan de jî li min dan.  Di maşînê de jî li min xistin û gotin: "Tu ji bo kê dixebite. Tu bi kijan rêxistinê ve girêdayî ye. Dema min got 'We çima ez binçav kirime' Disa xaza îsotê avêtin ser ruyê min. Ez birim tuwaletê û li wir li serê min dan û îşkence li min kirin. Piştre gotin ‘Li diji polisan derketiye û mukavemet kiriye li dozgeriyê îfadeya min girtin.    DEWLET POLÎSAN DIPARÊZE   Fattahî, ani ziman ku pişti hat berdan dîsa polîs hatine gef li wî xwarine û xwestiye ku îfadeya xwe paşve bikişîne. Fattahî, da zanîn ku dewlet piştgiriyê dide polîsan û polîs hêza xwe ji dewletê distînin.