‘Gelo Erdogan dê bi kîjan rûyî were Amedê’ 2018-06-03 09:23:06 AMED - Amediyan, diyar kirin ku îtîfaqa AKP-MHP’ê ji derveyî kuştin û êrîşan tu tiştî ji bo gelê Kurd nayîne û bertek nîşanî hatina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a Amedê, dan.   Di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan îro tê Amedê. Gelê Amedê ji bo hatina Erdogan a Amedê bi bertekin û naxwazin were Amedê. Welatiyan, diyar kirin ku îtîfaqa AKP-MHP’ê ji derveyî kuştin û êrîşan tu tiştî ji bo gelê Kurd nayîne û gotin: “Gelo Erdogan bi kîjan rûyê dê were Amedê?” Ji bo beşdar bûna  kedkarên cemawerî muxtaran ferman dan ku beşdarî mîtînga Erdogan bibin û hemû polîsên li Amedê ji bo hatina Erdogan ketine teyakûzê. Welatiyên bertek nîşanî fermanên beşdarbûna mîtîngê dan, wiha axivîn: “Erdogan bi rehetî li hemû qadê mîtîngan pêk tîne. Lê namzetê Serokkomariyê yê me hilbijartî di girtîgehê deye. Ka edalet li ku derê ye?”    ‘ERDOGAN 16 SALIN JI BO YEK DAXWAZA ME JÎ NE BÛ BERSIV’   Welatî Erkan Aldi, diyar ki ku her ku diçe krîza aborî zêdetir dibe, ewlekariya kar êdî nemaye, her roj mirov di karên înşaetê jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: “AKP 16 salin desthilatdar lê tişt nekir. Ger Kurd bifikiriyan, serokên me dê ne girtîgehan de bûna. Dibêjin kurd hene, lê di çavên wan de Kurt tune ne. Dibêjin Kurd û Tirk xwiş û birane. Lê wisan nêz nabin. Tu hêviyên min ji AKP’ê tuneye. Tu tiştekê ji bo me bike tuneye.”   ‘AKTORÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE HDP Û DEMÎRTAŞ’IN’   Xwendekarê zanîngehê Sedat Uzun jî, anî ziman ku hatina Erdogan a Amedê ji bo wî tu wateyê îfade nake û wiha got: “Aktorê li welat pirsgirêkan çareser bike HDP û Demîrtaş in. Baweriya me bi HDP û Demîrtaş tê. Ger edalet hebûya, dê Demîrtaş jî niha derve de propagandeya hilbijartinê bikira. Ji ber ku Demîrtaş Kurdan temlîs dike di girtîgehê deye. Mîtînga Erdogan qet ne di xema min deye.”   ‘DIBÊJIN KURD XWIŞK Û BIRANE LÊ LI HOLÊ KURD NEHÊLAN’   Kutbettîn Çalişkan jî, da zanîn ku ew naxwazin Erdogan bê Amedê û wiha bilêv kir: “Erdogan ji bo Kurdan dibêje xwiş û birayên min, lê li holê Kurd nehiştin. Ji bo bertekek biçûk a daxwaza demokrasiyê jî me binçav dike û dike girtîgehan. Mirovên me li kolanan ji bo ku bi kurdî axivîn, stran gotin lêpirsîn derbarê wan de vekirin. Gotin ‘ev terorîste’ xwe nêzî wî/wê nekin. Êdî em rêveberiyeke ji derewan dûr û me nexwapîne dixwazin. Êdî kes baweriya xwe bi derewên 16 salan ên AKP’ê nayîne. Naxwazin Kurd dakevin qadan û Kurdê zana naxwazin. Em teqez Erdogan naxwazin, bila neyê Amedê.”    Sahra Bulut jî, bertek nîşanî hatina Erdogan da û wiha axivî: “Ez naxwazim Erdogan bê Amedê. Hemû mafê jinan ji destên jinan girtin. Ez tu carî neçûme mîtînga Erdogan û ezê tu carî jî necim. Ez weke jineke Amedî Erdogan li vê derê naxwazim.”   ‘AKP’Ê WELAT BER BI CUDAKARIYÊ VE BIR’   Kezban Ziyan, jî destnîşan kir ku AKP di desthilatdariya 16 salan de welat  ber bi cudakariyê ve bir û wiha axivî: “Erdogan gelek soz dan, lê yek ji wan jî pêk ne anî. Êdî hemû kes vê yekê dibîne. Desthilatdar êdî bûye desthilatdariya kraliyete. Kurd êdî naxapin. Hemû kes dê xwedî xwe derbikevin.”     Fatma Kaya, bal kişanda ser hatina Erdogan a Amedê û wiha got: “Tu heviyên em ji Erdogan tuneye. Divê em dersên mezin ji 16 salên derbas bûyî derxînin û em xwedî dengên xwe derbikevin.”   ‘KA BILA ERDOGAN SOZÊN XWE YÊN BERÎ 16 SALAN BÎNE CIH DÛRE BIAXIVE’   Nanpêjê firinê Mehmet Salîh Onkol jî, diyar kir ku Erdogan berî 6 salan jî hatibû Amedê û wiha bilêv kir: “Erdogan got ‘pirsgirêka Kurd pirsgirêka mine.’ Lê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu tişt nekir. Em weke gel van hemûyan dizanin. Ev polîtîkayên xapandinê ne. Ger li cihekê çareserî hebûya, li wir qereqol çênedikirin. Her tim xwestin Kurdan tune bikin. Me rûyê wan ê rast dît û em dibînin.”    MA / Esra Solîn Dal