5 hezar polîs û leşker nikarin sindoqekê biparêzin! 2018-06-03 09:17:33     ŞIRNEX - Li Şirnexê, YSK'ê bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina 40 sindoqî da. Di nav van sindoqan de sindoqeke li navenda Silopiyayê jî heye. Fermandariya Tûgaya Zirxî ya 172'an ku herî kêm 5 hezar leşker lê hene jî li vê taxê ye. Sindoqa li Taxa Cumhûriyetê, veguhastin dibistaneke li heman taxê.    Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta "ewlehiyê" li 19 bajaran biryara veguhastina 114 hezar sindoqan dabû. Yek ji van bajaran jî Şirnex e. Li ser biryara YSK'ê 40 sindoqên Şirnexê veguhastin deverên cuda. Hejmara hilbijêrên ku dê li van sindoqan deng bi kar bînin nêzî 9 hezar e. Di vê çarçoveyê de dê 5 sindoqên li tax û gundên girêdayî navenda Şirnexê, sindoqên 9 gundên navçeya Elkê, sindoqên 11 gundên navçeya Hezexê, sindoqên 4 gundên navçeya Basan, sindoqên 4 gundên navçeya qilebanê û sindoqên 7 gund û taxên navçeya Silopiyayê bên veguhastin.    Ji sindoqên ku biryara veguhastina wan hat dayîn yek jê ecêb e. Sindoqa ku li Dibistana Navîn a Taxa Cumhûriyetê ya Silopiyayê dihat danîn û HDP dengekî gelekî zêde jê digirt, dê li heman taxê li Dibistana Navîn a Selahattin Eyyubiyê bê danîn.    Ev rewş bi xwe re der barê hinceta "ewlehiyê" de şik û gumanan dide der. Lewra, li Silopiyayê ligel Emniyetê, Fermandariya Cendirmeyan Fermandariya Tûgaya Zirxî ya 172'yan ku nêzî 5 hezar leşker lê ne heye.    Ligel vê yekê, dîsa jî biryar hat dayîn ku sindoq ji dibistanekê bê veguhastin û li heman taxê li dibistaneke ku di navbera wan de mesafeyeke gelekî kurt heye bê danîn.    Heman rewş di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê jî rû dabû. Sindoqa li Taxa Pinarbaşiyê ku HDP ji sedî 98 deng jê digirtin, li navenda navçeyê li Dibistana Navîn a Ataturkê hatibû danîn.