Hîn jî der barê întihara biguman a Araç de tu geşedan tune ne 2018-06-03 09:15:37   ANTALYA - Li Midûriyeta Emniyeta Navçeya Gazîpaşayê, hatibû derpêşkirin ku Mûrat Araç (19) ji qata 3'yan xwe avêtiye û întihar kiriye. Parêzer Denîz Yildirim got, der barê dosyeyê de "biryara nepeniyê" hene, lê belê mebest ji vê biryarê ew e ku ser dosyeya lêpirsînê bê girtin.    Li Antalyayaê, di 15'm Kanûna 2017'an de, Mûrat Araçê 19 salî ku hatibû binçavkirin, hat derpêşkirin ku xwe ji qata 3'yan a Emniyeta Navçeya Gazîpaşayê avêtiye û întihar kiriye. Piştî vê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, lê belê di ser bûyerê re çend meh derbas bûne lê hîn jî tu geşedan rû nedane. Cenazeyê Araçê ku di venêrîna nasnameyan de hat binçavkirin, piştî mirina wî ya bi guman dema malbatê xwest cenaze bibe navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê wesayîta neqlkirina cenaze nedabûn malbatê.    Piştî bûyerê Dozgeriya Gazîpaşayê lêpirsîn da destpêkirin, lê belê der barê dosyeyê de "birayara nepeniyê" hat dayîn. Çend meh di ser bûyerê re derbas bûne, lê belê heta niha tu geşedan rû nedan.    'EM NIZANIN DI DOSYEYÊ DE ÇI DIBE'    Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Antalyayê ya bi KHK'ê hat girtin Parêzer Denîz Yildirim ku daxilî dosyeya mirina Araç bû, destnîşan kir ku heta niha der barê dosyeyê de tu pêşvçûyîn rû nedane û biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê hîn jî didome. Yildirim, anî ziman ku ji bo ev biryar bê rakirin wan îtiraz kiriye, lê belê hîn jî bersiva îtiraz wan nehatiyen dayîn. Yildirim got: "Rewşa qanûnî pir aşkere ye. Divê di dosyeyeke wisa de biryara nepeniyê neyê dayîn. Lê belê mixabin dadgerên sulhê bêyî ku li dosyeyê binerin, daxwazên dosgeriyê hemûyan qebûl dikin. Hayê me ji tu geşedanan tune ye. Niha em nizanin ka îtiraza me gihaye dadgehê yan na. Em bi rewşe wisa re rû bi rû ne."    Yildirim, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin ser bûyerê bê girtin û got: "Ji ber biryara nepeniyê, em tu agahiyan ji dozger nagirin. Me gelek caran daxwaz kir, lê belê yek jî bi cih nayê. Gumana me ew e ku ser bûyerê bê girtin. Polîsên gumanbar ên di dosyeyê de cih digirin, di heman demê de wekî hêla edlî ya dozger dixebitin. Ji ber vê me daxwaz kir ku peywirdarên edlî yên ji derveyî bajêr bên. Lê belê ji bo vê yekê jî tu gav nehatin avêtin. Bi vî awayî tê xwestin ku ser dosyeyê bê girtin."