ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-15 09:00:11 * Gundê Sîlekosê yê Bazîdê, beriya Serhildana Agiriyê girêdayî Îranê bû. Piştre di sala 1932’yan de bi peymanekê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan. Lê ev gund di nav qeydên dewletê de cih nagire. Piraniya gundiyên ku nasnameyên xwe di salên 1950’yî de wergirtin, hem welatiyê Îranê hem jî yên Tirkiyeyê ne û ji bo herdu welatan jî leşkeriya mecbûrî kirine. Lê ji ber nebûna îskana gund ceryana gund tune ye.   *Bi hinceta “ne pirtûka dersê ye, dibe ku rê li ber pêwendiyeke bişîfre û bêkontrol vebike” nehiştin pirtûka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş a bi navê “Seher” têkeve Girtîgeha Amedê.   *Bi hatina zivistanê re bijîşk ji bo tevdîrê hişyariyan dikin. Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan, hişyar kir ku ji bo muqawemetî zêde bibe divê mirov giraniyê bidin xweyîkirin û paqijiyê.    Rojnameger Zekîne Turkerî, têkildarî krîza piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Xweser a Katalonya  diyar kir ku hikûmeta Îspanya di tundiya li dijî Katalan de tu encamê bi dest naxe û wiha got: "Îspanya negihiştin ser trêne. Kurd îro li Rojhalata Navîn di çi rewşê de bin, Katalan jî di Yekîtiya Ewropa de di heman rewşê de ye.    *Nûnerê Partiya Şoreşgeran ê Hatayê Tumen Turunç, dest nîşan kir ku armanca operasyona Îdlîbê dorpêçkirina Efrînê ye û wiha got: “AKP, hewl dide bi xwîn û dagirkirinê temenê xwe dirêj bike.”    * Şêniyên gundên Colemêrgê anîn ziman ku piştî referandûmê dor hatiye yekîtiya kurdan û wiha gotin: “Kurd tenê dikarin bi yekîtiyê bijîn. Ji bilî vê tu rê tune ne.”    * Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê bi hinceta “Hûn propagandaya rêxistinê dikin” axaftina zimanê kurdî hat qedexekirin. Hat ragihandin ku ji bo nameyên kurdî jî lêpirsin hatine vekirin.    *Ji bo zarokên Êzidî serdema perwerdê û hindekariyê destpêkir. Îsal li Şengalê 13 dibistan vebûn û bi giştî dê hezar xwendekar perwerê bibîn in.    * Hunermend Suavî, dê li Mala Huner û Cafeya Ducem derkeve ser dikê.- (17.00)   * HDP, dê 5'emîn avabûna salvegera xwe li Navenda Çanda Kemal Mustafa a Başîktaş Akatlarê şahiyekê lidarbixe.(15:00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 341'an de jî bidome. (13.30-18.00)