Li Cizîr û Sîlopî buroyên hilbijartinê ji aliyê hezaran ve hat vekirin 2018-06-03 08:24:48   ŞIRNEX/MÊRDÎN – Rêxistina HDP’ê li Cizîr û Sîlopî bi girseyek herî mezin buroyên hilbijartinê vekir. Bi deh hezaran kes tev li şahiya vekirina buroyan bûn. Rêxistina HDP'ê li navçeyên Mêrdîn jî gelek gund ziyaret kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Şirnex û navçeyên Şirnexê bê navber xebatên hilbijartinê berdewam dike. HDP'ê li navçeyên Cizîr û Sîlopî bi coşek mezin û bi tevlêbûna hezaran kesan buroyên hilbijartinê vekir. Li taxa Nûhê ya Cizîrê ku kolan hatin qedexekirin û gelek mal hatin xerakirin ji dîsa gel koç nekir û di vekirina buroyê de bi coşek mezin amade bû. Beriya buro bê vekirin bi sedan zarok bi alên HDP'ê kom bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Piştî gel fitarên xwe vekir ji çar aliyên taxan gel hatin buroyê û tev li vekirina buroyê bûn. Gel di vekirinê de li ber stranên kurdî govend gerand.    MALBATÊN ZAROKÊN XWE DI QEDEXEYAYAN DE WINDA KIRIN JÎ AMADE BÛN.    Bi hezaran kesên di vekirina buroyê de amade bûn bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Girsê piştî govend gerand, Namzetên HDP'ê Hasan Ozguneş û Serdar Kunî hatin qadê û coşa girsê zêde bû. Girseya ku qad tijî kir, bê navber “Gelê Cizîrê bi we serbilind e, berz kir. Di bernameya ku piranî ciwan û zarok hebûn de Dayika Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç Esmer Tunç û gelek malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Girseya ku bi cilên xwe yên gelêrî tev li şahiyê bûn dîmenên rengîn ava kirin. Gelek malbat jî eywan û şibakeyên xwe de piştgiriya xwe nîşan dan. Di vekirina buroyê de Namzetê HDP'ê Serdar Kunî, diyar kir ku bi gelê Cizîrê êşên mezin dane jiyandin û ew dê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê hesabê vê yekê ji wan bipirsin.    Namzetê HDP’ê Hasan Ozguneş jî diyar kir ku gelê Botanê tevî ew qas zextên giran û êşên mezin dîsa serî netewand û berxwedana xwe berdewam dike.  Dema Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç hat cem namzetan girsê demek dirêj li çepikan dan û dirûşmeya “Şehit namirin” berz kirin.  Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.    LI SÎLOPIYÊ DAYIKA TAYBET NEHAT JI BÎR KIRIN   Rêxistina HDP’ê ya Sîlopî jî bi coşek mezin li taxa Cumhuriyetê buroya hilbijartinê vekir. Bi hezaran welatî tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Namzetên HDP'ê Nuran Îmîr û Huseyin Kaçmaz û malbatên ku di qedexeya kolanan de jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Di vekirina buroyê de pankarta "Em dikarin" vekirin. Girsê di vekirina buroyê de bê navber dirûşmeyên "Dayika Taybet nemir e", Vaye Sîlopî vaye berxwedan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Demirtaş" û "HDP" berz kirin. Girsê piştî li ber muzîka kurdî govend gerand piştre bi coşek mezin buro vekirin. Dema namzetên HDP'ê hatin qadê girsê bê navber dirûşmeyên "Gelê Sîlopî bi we serbilind e" berz kirin.    JINAN QAD RENGANDIN   Jinên ku bi cilên xwe yên gelêrî hatin qadê û bi tilîliyên xwe gel coşandin, rengekî zindî ava kir. Bi sedan jin bi cilên xwe yên neteweyî hatin qadê û bi tilîliyên xwe kelecan zêde kir. Jinan govend gerand û dîmenên rengîn ava kirin. Piştî hezaran kes kom bûn vekirina buroyê bi axaftinan dest pê kir. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Sîlopî Mahmut Avşin gel silav kir û xêrhatin da gel. Namzetên HDP’ê Huseyin Kaçmaz jî gel silav kir û bi silogana "Vaye Silopî vaye serhildan" hat pêşwazîkirin. Kaçmaz, diyar kir ku ew dê vê carê ji 7'ê Hezîranê zêdetir dengan bistînin.    Namzeta HDP'ê Nuran Îmir jî diyar kir ku têkoşîn û berxwedana gelê kurd berdewam dike û wiha got: "Îktîdara heyî bi dizî, kuştin û talankirinê xwe li ser piyan dihêle." Dema Îmir pirsa "Yên ku ev faşizm peş xist, talan kir û dizî kir kî ye?" pirsî, bi hezaran bi yek dengî got “Erdoğan”. Piştî axaftinan bi çepik û tîlîlîyan qurdeleya buroyê hat birîn.   Bername bi govende bi dawî bû.    LI MÊRDÎNÊ JÎ GUND HATIN ZIYARETKIRIN   Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî li navçeyên Dêrik, Midyad, Kerboran, li gundan geriyan û welatî li gundan ziyaret kirin. Di ziyareta gundan de welatiyan namzet bi coşek mezin û girseyî pêşwazî kirin û kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Namzetên HDP’ê piştre bi rojnamegeran re kom bûn û sohbet kirin.