Rojnamegerên agahî ji wan nedihat wergirtin bi birîndarî hatin dîtin 2017-10-14 19:50:47 WAN – Li Erdîşê, ji rojnameger Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş ku ji aliyê xizmên muteahîdê ku nûçeya wî çêkirin hatin derbkirin, dema ji bo gilîkirinê çûn emniyete hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê rojnameger hatin berdan. Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş, ku li Erdîşa Wanê rojnamegeriyê dikin, danê nîvro ji aliyê xizmên muteahîdê bi navê Şahîn Yagarê ve hatin derbkirin. Yilmaz û Akbaş ku agahî ji wan nehat wergirtin, dema ji bo gilîkirinê çûn Muduriyeta Polîsan aErdîşê hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li muduriyeta polîsan ji bo venêrîna tenduristiyê Akbaş û Yilmaz birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Li nexweşxaneyê dîsa ji aliyê xizmên muteahîd ve hatin derbkirin. Yilmaz û Akbaş, li ber deriyê nexweşxaneyê li ber çavê polîsan demekê bênavber hatin derbkirin. Ji ber vê pozê Yilmaz şikiya û ser çavê wî mor bû. Yilmaz wiha got: “Mudurê emniyete gef l imin xwarin, sixêf kirin. Ewlehiya min tune ye.” Yilmaz, anî ziman ku wesayîtên şaredariyê yên fermî ji aliyê karkerên Yagar ve tên xebitandin û ev tişt gotin: “Me wêneyên xwe, belgeyên xwe kişandin. Paşê em çûn cem Şahîn Yagar û me xwest em agahiyan jê wergirin. Yagar heqaret li me kir û got ‘HDP’ê alçax in. Ji bo çi we der barê wan de nûçeyên wisa çê nekirine?’ Piştî van gotinan ji bol i me bidin ferman da xizm û karkerên li cem xwe. Heqaret li min û Erhan kirin. Li wir zêde em derb kirin. Paşê ji bo gilîkirinê ez çûm emniyete. Lê li wir hatim binçavkirin. Gotin me Yagar tehdit kiriye  û min û hevalê min binçav kirin. Li wir mudurê emniyete gef l imin xwarin û sixêf kirin. Piştî îfadeyê, ji bo venêrîna tenduristiyê em birin nexweşxaneya navçeyê. Lê belê dema em çûn nexweşxaneyê li ber deriyê emniyetê kesên di dest wan de çek û dar hebûn.” Yilmaz, diyar kir ku li baxçeyê nexweşxaneyê dîsa ew hatine dubarekirin û wiha axivî: “Dema me birin wir, min ji polîsan re got wê dîsa me derb bikin. Polîsan got ‘tiştek nabe, em liv ir in.’ Lê dema em çûn wir kesên biçek û di dest wan de dar li benda me bûn. Li wir em derb kirin. Zêde em derb kirin, paşê polîsan mudaxile kir. Paşê em berdan.” Îshak Yilmaz, apê rojnamer Yilmaz, diyar kiribû ku ew çûye Muduriyeta Polîsan a Navçeyê lê wî tu agahî wernegirtine û wiha gotibû: “Bûyer saet di 16.00’an de qewimî. Piştî saetekê şûnde ez çûm cem polîsan. Min pirsa biraziyê xwe kir. Lê belê tu agahî nedan min. Polîsan got ‘heke telefona wî li cem wî be wê li te bigerin.’”