Li Amed û Wanê 8 hunermend binçav kirin 2018-06-02 17:56:31     AMED – Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê, polîsan li Amed û Wanê bi ser malên gelek hunermendan de girt û binçavkirin. Hunermend Şêrko Kanîwar jî di nav de 8 hunermend binçav kirin.    Bi nêzikbûna hilbijartina 24’ê Hezîranê re operasyonên binçavkirinan û serdegirtinên malan jî zêde bûn. Beriya hilbijartinê operasyonek li dijî hunermendan jî pêk hat. Li Wan û Amedê muzîsyen û şanoger di nav de gelek hunermend hatin binçavkirin.    Polîsan bi ser mala hunermend Şêrko Kanîwar de girt û ew binçavkirin. Hinceta binçavkirina Kanîwar nehat hînbûn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    LI WANÊ 7 HUNERMEND HATIN BINÇAVKIRIN   Li Wanê jî polîsan bi ser mala muzîsyen û şanoger Kemal Yildirim, Emîne Aksoy, Salîha Ayata, Elîf Gemîcîoglu, Îlayda Kutlar, Asmîn Açar û Ferhat Aslan de girtin û ew binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.    Hat zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hejmara binçavkiriyan zêde bibe.