10 KESK’iyên karê xwe paşve xwestin hatin binçavkirin 2018-06-02 15:47:17 STENBOL - KESK’iyên bi KHK’ê hatin îxraçkirin, ji bo paşve vegerin karê xwe, her hefteyê li Qada Bakirkoyê çalakî pêk tînin. Polîsên vê carê destûr neda KESK’iyan, 10 mamosta binçav kirin.   Polîsan mûdaxileyî endamên Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK) ên bi KHK’ê hatin îxraçkirin û ji bo paşve vegerin karê xwe her heftê li Qada Bakirkoyê çalakiyê pêk tînin, kirin. Polîsan 10 KESK’iyên  ji bo daxuyanî bidin hatin qadê dorpêç kirin û ji wan xwestin dawî  li çalakiya xwe bînin.  KESK’iyên gotin ewê çalakiya xwe berdewam bikin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.   Navê 10 KESK’iyên hatin binçavkirin û li Midûrheta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê tên girtin wiha ne:  Dîlbîrîn Acar, Nîmet Erben, Dursun Dogan, Fîlîz Dogan, Ozge Astan, Nuray Şîmşek, Îlhan Koyu, Nugyen Nedîm, Ayla Mamatî û Nursel Tanriverdî.