Aqûbeta Saygi yê 24 salin winda ye pirsîn 2018-06-02 15:32:21   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, di çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û "Girtiyên nexweş bên berdan" de aqûbeta Mustafa Saygi yê 24 sal berê li Pirsûsa Rihayê hat windakirin, pirsîn.    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, di hefteya 435'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û "Girtiyên nexweş bên berdan" li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya navçeya Konakê ya Îzmirê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mustafa Saygi yê di 3'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Çalakvanan di çalakiyê de pankarta “Winda diyar in, faîl li ku ne?" û “Ji yek tîpê re na" û “Winda yên wîcdan in, lê xwedî derkevin" vekirin. Parazvanên mafên mirovan, xizmên windayan, namzetên  HDP'ê yên Îzmirê, û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê xizmên windayan û ÎHD'ê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek daxuyanî da.    Çiçek, diyar kir ku windakirina mirovan li Tirkiye bûye polîtîkaya dewletê û wiha got: li gorî daneyên ÎHD'e 839 kes winda ne. Di 5’emin Komxebata Windayan ya 2006'an de ev hêşmar gihişt Hezar û 228 windayan. Piştre ev hêjmar gihişt Hezar û 247 kesan. Tenê di serdema OHAL'ê de 14 kesan der barê windayan de serî li şax û navendên ÎHD'ê dan. Ev nîşan dide ku hêj windakirina mirovan didome. Tevî ku sazumankarê JÎTEM'ê bi awayekî fermî û di rojnameyan de li xwe mikur hatin jî dîsa kujer nehatin dîtin û nehatin darizandin. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin êdî vê perteya windayan ronî bikin rastiyan qebûl bikin.    ‘MUSTAFA SAYGI 24 SALIN WINDA YE'   Çîçek, piştre aqûbeta Mustafa Saygi yê di 3'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat windakirin pirsî û got: "Mustafa Saygi zewicî bû û bavê 2 zarokan bû. Dema bi Motosikletê xwe ji Navenda Pirsûsê diçû Şixizê ji aliyê eskerên Tabûra 5’emîn Fermandara Komonda ve hatin revandin. 2 roj şûnde  dayika wî Ayşe Saygi fêr bû ku Mustafa Saygi hatiye binçavkgirin. Welatî Recep Yildiz jî diyar kir ku Saygi li aliyê eskerê Fermandariya cendirmeyan ve hat rawestandin û şahidî kir. Pişte agahî jê nehat girtin. Em dê heta dawî şopdarê wî bin.    Piştî daxuyaniyê çalakiyê bi rûniştina 10  deqîqeyan bi dawî bû.