Mehmet Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn 2018-06-02 14:11:58   STENBOL - Mehmet Ayvalitaş ê di çalakiyên Gezî de hat kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Bavê Ayvalitat bal kişand ser kuştina kurê xwe û got “Dîktatorekî faşîst di Hezîranê de kurê min kuşt. Di vê Hezîranê de dê dawiya wî were.”   Mehmet Ayvalitaş ê di çalakiyên Gezî yên Stenbolê de hat kuştin, di 5’emîn salvegera Gezî de li goristana Çekmekoyê li ser gora xwe hat bibîranîn. Namzetên herêma 1’emîn a HDP’a Stenbolê Erkan Baş, Musa Pîroglu, endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), endamên Zanîngeha Dîren û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin û em di îsyanê dene” hat vekirin û bê navber dirûşmên “Rêheval Mehmet di şerê me de dijî” û “Şehîdên şoreşê bêmirin in” hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê bîranîn dest pê kir.    ‘DI VÊ HEZÎRANÊ DE DÊ DAWIYA DESTHILATDARIYÊ WERE’   Bavê Mehmet Ayvalitaş Alî Ayvalitaş, di bîranên de axivî û wiha got: “Mirinek wiha nabe nesîbê tu kesî. Berê kurê min hebû, lê niha bi mîlyonan kurên min hene. Li her devera Tirkiyeyê kurên min hene. Serê min çiqas bi kurê min bilind be ewqas jî kême. Faşîstekê kurê min di meha Hezîranê de kuşt. Di vê Hezîranê de ewê biçe. Ev Hezîran dê bibe dawiya wî. Mîna Kenan Evren di cihê wî jî bibe çirav. Dê tu carî neyê bibîr anîn.”   ‘ŞERÊ ME DÊ BERDEWAM BIKE’   Namzetên parlementeriya HDP’ê yên herêma 1’emîn a Stenbolê Erkan Baş û Musa Pîroglu jî di bîranên de axivîn û wiha gotin: “Nûnerên dîktatoriyê di şexsê Mehmet Ayvalitaş, Alî îsmaîl Korkmaz û Berkîn Elvan de, hûme kîn û nefreta xwe ya li dijî ciwan û kedkarên welat derxist holê. Gezî li pişt xwe erkek mezin ji bo me hişt. Niha rojên xwe yên dawî dijîn. Em ê desthilatdariya Gezî kir nava xwînê têk bibin û şerê xwe yê hiqîqetê mezintir bikin.”    Piştî bîranînê gora dayîka Mehmet Ayvalitaş Fadîme Ayvalitaş jî hat ziyaretkirin.