Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî 2018-06-02 14:09:41   STENBOL – Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Naîf Umaz ê di 1994’an de binçav kirin û piştî 3 mehan cenazeyê wî li goristan bêkesan hat dîtin pirsîn. Dayikan got: “Heke ku heta edalet neyê Galatasarayê dê neyê Tirkiyeyê jî.”    Dayikên Şemiyê di hefteya 688’an de li Qada Galatasarayê çalakiya ji bo aqûbeta windayan û kujer bên darizandin dewam kirin. Dayikan wêneyên windayan hilda û laçik û qurnefilan danîn ser pankartê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Naîf Umaz ê di 7’ê hezîrana 1994’an de li Wêranşara Rihayê binçav kirin û piştî 3 mehan cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin pirsîn.    ‘DIVÊ PERGALA CERDEVANIYÊ BETAL BIKIN’    Di çalakiyê de ewil birayê Hasan Ocak ê di 1995’an de li Stenbolê di binçavan de windakirin Alî Ocak axivî û got: “Bi salan e em li windayan digerin, lê encam nîne. Li herêmê ji ber pergala cerdevaniyê bi sedan kes winda kirin. Divê pergala cerdevaniyê bê betalkirin û cerdevanên sûc dikin bên cezakirin.”    ‘HETA EDALET NEYÊ GALATASARAYÊ NAYÊ TIRKIYEYÊ JÎ’    Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Fatış Erdogan xwend û wiha got: “Edaleta ku neyê Galatasarayê, dê qet neyê Tirkiyeyê jî. Hikumetên heta îro hatin ser kar berpisyariya xwe bi cih neanîn. Dewlet li dijî binpêkirina mafê mirovan a giran berpirsyariya xwe înkar dike. Ev rewş dike ku ji bo edalet pêk neyê tu encam dernaxe holê. Vê hefteyê jî hat înkarkirin. Pêvajoyek adil a darazê nayê şixulandin. 24 sal e dosyeya Naîf Umaz di tariyê de maye û em bi vê dosyeyê li Galatasarayê ne.”   Erdogan di dewama axaftina xwe de behsa çîroka windakirina Umaz kir û got ku piştî 3 meha cenazeyê Umaz li goristana bêkesan hat dîtin. Erdogan banga edaletê kir û xwest ku heyetek serbixwe ya lêpirsînê û lêgerînê bê ava kirin û lêpirsînê bike.    Piştî daxuyaniyê çalakiyek kurt a bêdeng pêk hat.