Parêzerên Demîrtaş: Erdogan ji bo Demîrtaş peyamê dide AYM’ê 2018-06-02 13:32:00 ENQERE – Parêzerên namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li dijî gotinên Serokomar Erdogan ên ji bo Demîrtaş nerazîbûn nîşandan û got ku Erdogan bi van gotinan propaganda reş dike û beriya AYM biryara ji bo Demîrtaş bide peyamê dide AYM’ê.    Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan duh li Semsûrê îşaretî namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir û got: “Destê wî di xwîna 53 kesan de heye.” Li ser van gotinan parêzerên Demîrtaş daxuyaniya nivîskî dan. Parêzeran got ku Erdogan propaganda reşkirinê dike û ji bo serlêdana takekesî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) peyamê dide darazê.    Daxuyaniya parêzeran wiha ye:    "Ev 4 sal e di serî de Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û hemû rayedarên AKP’3e ‘bûyerên 6-8’ê cotmehê’ ji xwe re mijara îstîsmara siyasî. Li ser van bûyeran siyaseta xwe didomînin. Duh kampanyeyek nû li vê mijarê bar kirin.   Serokê Giştî yê AKP’ê duh li Semsûrê di mitînga xwe de miwekîlê me bi gotinên “Destê wî di xwîna 53 kesan de heye’ Demîrtaş sûcdar kir.    Erdogan beriya hilbijartinan û serlêdana takekesî ya birêz Demîrtaş a li AYM’ê dest bi propgandeyek wiha reş kiriye û dixwaze bi van gotinan peyamê bide darazê.”