Rojnameger Bagdu hat bibîranîn 2017-10-14 18:40:18   EDENE – Xebatkarê Rojanameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku hat kuştin, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn. Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat (ku bi KHK’ê hat girtin) Kadrî Bagdu, dema rojname belav dikir êrîşek çekdarî lê hat kirin û hat kuştin, hat bibîranîn. Malbat û hevalên Bagdû, endamên MEYA-DER’ê ku bi KHK’ê hat girtin tevlî bîranînê bûn. Bîranên bi rêzgirtinê dest pê kir û hevalên wî wêneyên Bagdu, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê danîn ser gorê. Hevalê xebatê yê Bagdu Murat Karakaş, diyar kir ku piştî qetilkirina xebatkarê çapemeniya azad Bagdu polîs û dozgeran kujerê Bagdû nedîtine. Karakaş, dest nîşan kir ku ew dixwazin kujerê Bagdû bê dîtin û wiha got: “Di destê heval Kadrî Bagdu de çek, top û tang tune bûn. Xebatkarê rojnameyê bû bi êrîşekê hat qetilkirin. Kesên di salên 90’î de avahiyên rojnameyê bombe dikirin û yên Bagdu qetil kirin heman kes in. Di herdu serdeman de mebest ew bû ku, çapemeniya azad û gelê kurd bê bêdengkirin. Çawa dema avahiyên rojnameya me dihatin bombekirin û me bi 2-3 hevalan rojname derxistin û anîn roja îro, piştî vê saetê wek hevalên Bagdû û Mûsa Anter em ê di rêça wan de bimeşin.” Rêveberê MEYA- DER’ê Mûrat Tûrgay jî, bî bîr xist ku dema Bagdû rastî digihandin gel jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Em ê qetilkirina Kadrî ji bîr nekin û em kesên tiliya wan di qetilkirina wî de hene şermezar dikin.” Hevjîna Bagdu Şemsa Bagdu jî, xwest ku demildest kujer bên dîtin û cezakirin. Kurê Bagdu, Çekdar Bagdu jî helbesta ku ji bo bavê xwe nivîsandibû xwend.