Li Erziromê serdegirtina malan: 21 kes binçav kirin 2018-06-02 09:59:16   ERZIROM – Li naçveya Qereyaziyê Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajêr Muhlîs Kirmaci jî di nav de 21 kes binçav kirin.    Li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Li malan lêgerîn pêk hat û hemû alavên malan serûbin kirin. Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Erziromê Muhlis Kirmaci, rêveberên partiye, endamên meclîsa şaredariyê û hilbijêrên HDP’ê di nav de 21 kes binçav kirin.    Navên ên hatin binçavkirin ev in: Şevket Tutkun, Suleyman Aydin, Selahaddîn Eroglu, Rasîm Guneş, Takyedîn Çelîk, Erdal Bayram û hevjîna xwe, Erdem Kaya, Yuksel Kîşî, Nurî Kandemîr, Medenî Aras, Mahmut Çîmendag, Yener Yuksel, Îbrahîm Şenlîk, Fahrettîn Taşçi, Alî Riza Arslan, Alî Gozmen, Yavuz Karabudak û du welatiyên navê wan nehat hînbûn.    Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Qereyaziyê û Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê.