Girtiyê lêgerîn qebûl nekir hat derpkirin 2018-06-02 09:57:45   ENQERE -  Îbrahîm Nîlufer ê li Girtigeha Bunyan tê girtin, ji ber ku lêgerîn qebûl nekir rastî derb û dijûnên gardiyanan hat.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Qeyseriyê Îbrahîm Nîlufer di 22’yê Gulanê de rtastî derbên gardiyanan hat. Ji parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Şevîn Kaya di rojên borî de çû girtîgehê û agahî da ku girtî rastî derbên gardiyanan hatine.   JI BER KU LÊGERÎN QEBÛL NEKIRIN RASTÎ ÎŞKENCÊ HATIN   Kaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dozger ji bo îfadeya Nîlufer bigire tê girtîgehê. Gardiyan gava Nilufer dibin odeya îfade dayînê dixwazin li ser wî lêgerînê pêk bînin. Nîlufer ji ber ku destûrê nade vê yekê, lêgerînê li ser ferz dikin. Ji ber vê Nîlufer dibêje ‘ew îfade nade’ û dixwaze paşve vegere odeya xwe. Li ser vê yekê gardiyan dijûnan ji Nîlufer re dikin û wî derp dikin.”   ‘RAPOR NADIN Û MUAYENEYA BI KELEPÇEKIRÎ FERZ DIKIN’   Kaya, anî ziman ku li Girtîgeha Bunyan di sewqên nexweşxanê de raporên girtiyan nadin wan û wiha axivî: “Rayedarên girtîgehê raporên girtiyan ên gava diçin nexweşxanê nadin wan. Derbarê nexweşiyên xwe de tên dermankirin an na nizanin. Ji derveyî girtîgehê nikarin dermanên xwe nîşanî bijîşkek derve de bikin. Muayeneya bi kelepçekirî ferzî girtiyan dikin. Girtiyên ku muayeneya bi kelepçekirî qebûl nakin, bêyî ku nîşanî bijîşkan bikin wan paşve dibin girtîgehê. Girtiyan nernaxin qadên sohbete. Dema tên sewqkirin, dest datînin ser radyoyên wan.”   ‘EMÊ SERLÊDANÊN PÊWÎST BIKIN’   Kaya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Raporên girtiyên nexweş nedayîna wan, dert kirin û ne derxistina qadên sohbete binpêkirinên mafane. Yek ji van bin pêkirinan nayên qebûl kirin. Rewşa girtiyên nexweş di girtîgehan de xerabtir dibin. Di bin şert û mercên xerab de tên dermankirin. Em ê serlêdanên pêwîst bikin.”