ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-02 09:00:11 * Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Gulya Hasbay ku ji zarokatiya xwe ve li dijî zayendîparêziyê têdikoşe got: "Min soz daye hevalên xwe, em ê bi paş ve gav navêjin."  * Namzetê HDP'ê yê Colemêrgê Ozgur Zeydanoglû, destnîşan kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de wekî hilbijartinên din dîsa ji sedî 85 deng bigirin û ew ê bikin 3-0.    * Hanim Akkûş ku ji bo HDP'ê di nav xebatên hilbijartinê de cih digire, ji dêvla ku li malê li zarokên xwe binere, birêvebirina xebatên hilbijartinê tercîh dike. Akkûş, destnîşan kir ku zarokên wê gotiye "dayê neçe", lê ew ji bo pêşeroja hemû zarokan di nav xebatan de cih girtiye.    * Doç. Dr. Yucel Demîrer, diyar kir ku ji ber polîtîkayên cihêkariyî ku AKP di 2011'an de xist dewrê şikestinek rû daye û got: "Wisa bawer dikim ku pêçandina birînên ku AKP'ê li civakê peyda kirine, dê wexteke dirêj bigire."    * Namzetê HDP'ê yê Antalyayaê Kemal Bulbul, destnîşan kir ku dê AKP pirsgirêka elewiyan çareser neke. Bulbul, bilêv kir ku HDP bawerî û nasnameyan hemûyan dihebîne û got: "Dê têkilayiya wekheviyê pirsgirêka me çareser bike. Têkilayiya wekheviyê jî HDP ye."    * HDP'ê li Tekirdagê ji kesên sosyalîst, feminîst, astengdar, karker, mexdûrên darbe û KHK'yan kes wekî namzet nîşandan. HDP bi dirûşmeya "ji bo avakirineke nû em mil bidin milê hevdu" mal bi mal, fabrîke bi fabrîke digere. Namzetên HDP'ê, anîn ziman ku mirovên ku pêşdarazên wan hene, piştî ku bi wan re diaxivin fikrê xwe diguherînin.    * Welatiyên Efrîqayî yên Tirkiye ku li Îzmîrê bi cih bûne (Afro/Turk) diyar kirin ku piştî yek ji wan namzetê HDP’ê yê Îzmirê hat hilbijartin kelecan û heviyên wan zêde bûne.    * Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Denîz Yildirim, anî ziman li Tirkiyeyê pergala edaletê rûxiyaye û divê hiqûqnas ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê.    * Bi biryara YSK'ê dê li Mêrdînê 143 sindoq bên veguhastin. Hejmara hilbijêrên van sindoqan 6 hezar û 706 û di hilbijartinên din de HDP'ê ji sedî 73 dengên van sindoqan girtibûn. Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'a Mêrdînê Felek Fîdan bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo ew hilbijêran bibin ser sindoqan xebatên wan didomin.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, piştî li Îdirê tev li şahiya gel bû, dê li Agiriyê beşdarî mîtîngê bibe. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bedlis û navçeyên wê bi gel re bê cem hev. (10.00)   * Mehmet Ayvalitaş yê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da dê li ser gora xwe bê bibîr anîn. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan di hefteya 486'an de ji bo “Winda bên dîtin kujer bên darizandin" dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiyla xwe berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 688'an li Qada Galatasarayê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya xwe ya heftane berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û "Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 435'an de li navçeya Konakê ya Îzmirê berdewam bikin. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê "Çalakiya Rûniştina F" di hefteya 323'an de li qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiya heftane berdewam bike. (18.00)   * Rêxistinên HDP'ê dê bi tevlebûna parlamenter û namzetên HDP'ê li gelek gund, tax, navçe û bajaran xebatên hilbijartinê bi vekirina buroyan, ziyaretan û mîtîngan berdewam bike. (11.00-22.00)