Cenazeyê Rojnameger Dilîşan û YPG/QSD'î bi girseyî oxir kirin 2017-10-14 17:38:51 KOBANÊ – Cenazeyên sê şervanên QSD-YPG'ê û Nûçegîhana ANHA Dilîşan Îbiş yên di êrîşa DAIŞ’ê de li Dêra Zorê jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi girseyi hatin oxirkirin.    Bi hezaran gelê herêma Firatê li goristana Şehîd Dicle ya başûrê Kobanê civîyan û beşdarî merasîma oxirkirina nûçegihana ANHA′yê Dilîşan Îbiş, şervanê QSD′ê Umran Îsa (Filestînî) û şervanê YPG′ê Edhem Şêxo (Alan Ararat) bûn. Di merasîma oxirkirinê de bi dehan rojnamevanên ji dezgehên cûda yên çapemeniyê yên herêmên Firatê û Cizîrê, Endamên saziyên Kantona Kobanê amade bûn. Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê bi dehan şervanên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.  Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Fîdan Kobanê axivî û soza domandina têkoşînê da. Fîdan, giredana xwe anî ziman û wiha got: ″Em bejna xwe li hember şehîd Dilîşan ku bi kameraya xwe hemleyên rizgarkirina Reqayê  û Dêrazorê şopandin. Em soz didin ku em ê tola wê hilînin û hêviyên wê pêk bînin″.    Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Rîfayî jî soza şopandina riya şehîdan da, biratiya gelan û têkoşîna şervanên QSD/YPG/YPJ′ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê silav kir. Endama Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo jî  axivî û sersaxî ji malbata Dilîşan û hevalên wê re xwest. Stêrk wiha got: ″Dilîşan Îbiş di qadên berxwedanê de her di çeperên pêş de li gel şervanên azadiyê cih digirt, bi pênûs û kamera xwe rastî ji tevahî cîhanê re radigihand." Stêrk, soz da malbata Dilîşan û wiha got: "Em doz didin şehîd Dilîşan ku ew ê ji cihê ku televizyona Ronahî şehîd Mustefa lê hatiye oxirkirin ku ew pênûs û kamera şehîd Dilîşan li erdê nahêlin."    Piştre jî Endamê Desteya Siyasî ya MSD′ê Zûhat Kobanê jî diyar kir ku ew deyîndarên cangoriyên azadiyê ne û wiha axivî: ″Em dê negirîn û xemgîn nebin. Divê bi ryara serketinê bidin û ber bi azadiyê ve gav bavêjin." Zûhat di dawiyê de anî ziman ku wê bi dehan rojnamevan kamera Dilîşan rakin û bi dehan şervanên YPG/YPJ/QSD′ê şopdarên riya hevalên xwe bin.   Piştî axaftinan, nasnameyên rojnamevan Dilîşan Îbiş, şervanê QSD′ê Umran Îsa (Filestînî) û şervanê YPG′ê Edhem Şêxo (Alan Ararat) hatin xwendin. Nasnameyên gerîlaya HPG′ê Ronahî Stêrk û şervanê YPG′ê Rûstem Cûdî jî hatin eşkerekirin. Nasname rastî malbatên cangoriyan hatin kirin.   Di dawiyê de cenazeyên rojnameger û şervan li goristanê hatin veşartin.