Platforma 1 Haber Var têkildarî weşana xwe daxuyanî da 2018-06-01 17:16:10   NAVENDA NÛÇEYAN  - Platforma 1 Haber Var, ji bo şopdar û temaşevanên xwe der barê malper û weşana xwe da daxuyunî da û got: "Ji bo mafê gel ê agahîstendinê em dê bi awayekî din rêya xwe berdewam bikin."    Platforma 1 Haber Var ku piştî 15'ê Tîrmehê weşanên din hatin girtin û rojnameger li hev kom bûn û hat avakirin, der barê xwe de daxuyanî da. Daxuyaniya Platformê ya nivîskî wiha ye:    Daxuyaniya Platformê wiha ye:    JI BO XWENDEVAN Û TEMAŞEVANÊN ME   ‘AGAHIYA WE JÎ HEBE: Me bi dirûşma ‘LI HEMBER BÊDENGIYÊ 1 HABER VAR’1YEK NÛÇE HEYE)’ dii 3 Kanûn 2016’an de dest bi weşana Platforma 1 Haber Var kir. Me sal û nîv li bişt xwe hişt.    Piştî ‘derbeya 15’ê Tîrmehê bi îlankina Rewşa Awarte (OHAL) desthilatdariya heyî dest pêkiri û welat bi Biryarên di Hukmê Qanûdê de (KHK) bi rêve bir. Di nîvê şevan de bi derxistina KHK'yan civak û derdorên muxalefetê hedef hat girtin; Sazî û dezgeyên çapameniya ku deng û renên hemû derdorên din ên li Tirkiyê jî di bin van zextan de man. 28 Îlana 2016’an de bi KHK’ ya hêjmar 668 ekranê 12 televîzyonan hat reşkirin û dengê 11 radyoyan hat birîn. Em kamek rojnamegerên ku di 12 televîzyon û radyoyên AZADÎ TV, OZGUR GUN TV, JIYAN TV, VAN TV, DOGU RADYO, GUN RADYO, OZGUR RADYO, RADYO RENGÎN, RADYO KARACADAG, RADYO OZGUR GUNEŞ, RADYO SES, RADYO DUNYA de dixebitîn li dijî helwesta desthilatdariyê ya ku dixwest li Tirkiyê yek dengiyê biafirîne helwest nîşad da û ji bo ku bibin dengên ên dine di avakirina Platfoırma 1 Haber Varê de hatin gel hev.    Platforma 1 Haber Var, di serdema ku dengê ên din ê ku bi yek carek hat birîn de derket û bi feraset û helwesat ku “1 nûçeyek be jî” di ser malpera înternetê, televîzyongeriya înternetê, radyoya di ser înternetê de û torên civakî de ên dinê agahdar bike kedek hat dayîn. Bi weşana kurdî û tirkî bi helwesta ‘1 Nûçe be jî” gel bê agahdarkirin weşan hat kirin.    ‘1 nûçeyek, 1 dîmenek, 1 wêneşek, 1 dengek, 1 hevpeyvînek, 1 tweetek, 1 peyvek, 1 hevokek kare rojevê biguhêre’ faraseta Platforma 1 Haber Varê, ligel hemû zext û zorên desthilatdariyê ev sal û nîv e xwe gîhand bi milyonan mirovan.    Di qonaxa ku dema herî zor de Platforma 1 Haber Var bi aktivîstên ji dil ên rojnameger tişta ku ket ser milê wan bi hêjabûneke xurt pêk anîn. Lê hewildanên platforman demine. Peywira xwe pêk tînin û ji bo demên zor û zehmet dibin bersiv. Bi van helwesta demeke zor bi qasê xwe paş ve hat hiştin. Rojnamegerên aktivîst ên ji dil di vî roja ku noxte datîne hewildanên dawî yên Platforma 1 Haber Varê, ji vir û şun ve jî ji bo ‘Azadiya Raman ‘ û ji bo ‘Majê Wergirtina Nûçeyê ya Gel’ dê heta dawiyê biparêze û ya ku bikeve ser wan dê pêk bînin. Ew di hemû karên weşangeriya ku di sazî û dezgeyên rojnamgeriyê de pêk bînin de dê ji niha û şûnve jî dibin deng û renge kes û civakên ên din.    Ked û xebata ku di demên zor û giran de hatî kirin ji bo xwe wek rêberiyeke bingehîn ditiye û şopandiye. Me di demên zor de rjnamegerî kir. Demên zor jî hê li benda me ye. Em ji bo ‘Mafê Wergirtina Nûçeyê ya Gel’ pêk bê jî amade ne. Û em dê vê riya xwe jî bidomînin.  Em wek Platforma 1 Haber Var’ê hemu xwendevan û bînerên me yên ku me tenê nehiştine ji dildariya xwe silav dikin û spasiya xwe pêşkêşî wan dikin.    PLATFORMA 1 HABER VAR