3 karkerên din mirin 2018-06-01 12:30:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên ku ÎSÎGM'ê li ser medya civakî parve kirin, li Karasu ya Sakarya Melîh Şahîn, li Îlkadim a Samsûnê Bahrî Oztaş û li Qamişanê ya Qersê Faîk Tuysuz jiyana xwe ji dest dan.    Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medyaya civakî agahiyên "cînayetên kar" parve kirin. Li gorî agahiyên ku ÎSÎGM'ê li ser medya civakî parve kirin, li Karasu ya Sakarya Melîh Şahîn ê 57 salî, li Îlkadim a Samsûnê Bahrî Oztaş ê 54 salî di "cinayetên kar" de jiyana xwe ji dest dan. Li Qamişanê ya Qersê Faîk Tuysuz jî li gel 200 karkerên ku di înşaeta Bendava HES'ê ya Karakurtê de kar dikirin, ji ber xwarinê jahrînî bûn. Tuysuz û karkerekî din ê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji  dest dan.