Gelek kes li Enqerê hatin binçavkirin 2018-06-01 11:54:16   ENQERE - Li Enqerê, Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya bajêr Zeyno Bayramoglu jî dinavê de 10 kest hatin binçavkirinn.    Li Enqerê, di serdegirtina malan de, Rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê Zeyno Bayramolku jî dinavê de 10 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveyê lêpirsîna “Li ser medya civakê propagandeya rêxistinê kirin” a ji aliyê Serdozgeriyê Komarê yê Enqerê ve hat destpêkirin, lîsteya 11 binçavkirinan heye. Di serdegirtina serê sibê de, 10 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekê jî berdewam dike.    Zeyno Bayramoglu ku bi nasnameya xwe ya aktîvîst tê naskirin, di çalakiya Cerrattepe ya Artvînê de, polîsan ew defh dabû û ji ber ji bilindiyê ketibû xwarê her du piyên wê zirarek mezin dîtibûn. Bayramoglu ya pirsgirêka bimeşe dijî, hîna jî tê dermankirin.