Namzeta HDP'ê ya akademîsyen: Em bi ser bikevin em ê vegerin karê xwe 2018-06-01 09:24:39 AMED - Namzeta HDP'ê yê Amedê Ferda Fahrîoglû Akin ku ji ber danezana aştiyê îmze kir hat îxrackirin, anî ziman ku eger HDP bi ser bikeve ew ê bikaribin vegerin ser karê xwe.  Namzeta HDP'ê yê Amedê Ferda Fahrîoglû Akin, di sala 1988'an de li gundê Reşikê yê Hezroya Amedê hat dinê. Akin li Zanîngeha Ûlûdagê ya Bûrsayê Beşa Têkiliyên Navnetewî xwend. Dema li Zanîngeha Dîcleyê wekî peywirdara lêkolînê dixebitî, ji ber danezana Akademîsyenan a Ji Bo Aştiyê îmze kir, hat îxrackirin.    Akin anî ziman ku li Amedê kurd hay ji azadiya xwe tune ne, lê belê dema li Bûrsayê wê bi telefonê bi kurdî bi diya xwe re axiviye gef lê hatine xwarin û li ser vê hişyar bûye û got: "Bi vê re li ser kurdî hûr bûm. Li zanîngehê min dixwest li ser gelên bindest ên li Afrîkayê lêkolînekê bikim, lê belê piştî wê pêvajoyê min fêm kir ku di asasê xwe de yên bindest em in. Li Amedê em pir hay ji vê nînin. Dema mirov diçe rojavayê bêtir zextan hîs dike."    Akin, li ser pirsgirêka kurd û zayendiya civakî jî gelek lêkolîn kirine. Akin, anî ziman ku ji bo aştiyê akademî saziyeke xweser e û got: "Qadeke ku min dikaribû mafê kurdan lê biparêze. Ji ber vê min xebatên xwe yên der barê pirsgirêka kurd û zayendiya civakî domandin. Li cîhanê di şeran de tecawuzkirina jinan, vediguhere çekeke şerî. Em di kurdan de jî dibînin ku jin pir tên binpêkirin. Lê bi tevgera kurd re nêrîna jinan gelekî guherî. Jinên me azadî tehmijandin û fêm kirin ku ka ev yek çî ye."    ‘NE DÛRÎ HDP'Ê ME'    Akin ji bo cihgirtina di nav HDP'ê de jî got: "Ne dûrî HDP'ê me, min xebatên akademîk bi rê ve birin. Dixwazim ceribînên xwe yên li vir di siyasetê de bi kar bînim. Yanî ne li qadeke nû me, ev berdewamî ye. Li bajarekî ku hay ji pirsgirêkên wê heme û li vê qadê min bi salan xebatên akademîk kirin."    ‘HILBIJARTIN DERIYÊ HÊVIYÊ NE, HDP HÊVÎ YE'    Akin, destnîşan kir ku kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin ji bo pergaleke nû divê dengê xwe bidin HDP'ê û got: "Eger HDP bi ser bikeve em ê bikaribin vegerin ser karên xwe. Hilbijartin ji bo me deriyê hêviyê ne, çimkî HDP cihê hêviyeke mezin e. Em dikarin bi awayekî baştir deng derxin. Dê bi hilbijartina pêşwext re ronahî zûtir bê."    Akin anî ziman ku HDP partiya Tirkiyeyê ye û divê hemû derdorên li welat dengê xwe bidin HDP'ê.    MA / Ozgur Paksoy