'Em ê hemû derhiqûqiyên we li asîmanan binivîsînin' 2018-06-01 09:22:23 COLEMÊRG - Li Geverê leşker Alî Dagkiran Surmî Înce kuştibû. Di doza Înce de dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li leşker Dagkiran birî. Parêzerê dozê Bunyamîn Înce bertek nîşanî vê yekê da û got: "Em hemû derhiqûqiyên we li asîmanan dinivîsînin."  Di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajaroka Buyukçiftlikê ya Gevera Colemêrgê, dema Surmî Înce ya 55 salî xwarina ji zarokên xwe yên giha diçinîn dibirin, leşkeran ew gulebaran kiribû. Piştî du salan dadgehê bi tawanbariya "kuştineke qisûrdar" 3 sal û 4 meh ceza li leşker Alî Dagkirina birî.    Kurê Înceyê, parêzer Bunyamîn Înce ku parêzerê dozê ye, pêvajoya dadgehê wekî "derhiqûqî" şîrove kir. Înce got: "Îfadeya fermandarê qereqolê tê wateya ku sûc hatiye sêwirandin û paşê hatiye kirin. Lê belê heyeta dadgehê di sînorê herî jêr de ceza birî."    '20 METRE DÛR E Û TENÊ 7 SANIYE'    Înce got: "Em hemû derhiqûqiyên we li asîmanan dinivîsînin. Vê yekê ji bîr nekin! Dê rojekê wekî lekeyeke reş bi ser we û dadgeha we de bibare! Di 18'ê Tîrmeha 2016'an yanî piştî darbeyê bi 3 rojan, di bin banê Fermandarê Qereqola Bajaroka Buyukçîftlîkê ya Geverê Muharrem Goç leşker ji du wesayîtên zirxî dadikevin û ferdên malbatê yên 20-30 metre dûrî wan û bê parastin gulebaran dikin û li wir dayikek tê kuştin. Leşker di 7 saniyeyan de biryarê didin ku kesên ku zarokekî 4 salî jî di nav de û dayikeke 55 salî endamên rêxistinê ne û pêl tetikê dikin. 20 metre dûrî wan û tenê 7 saniye! Çi qasî profesyonel e ne wisa?"    Înce bal kişand ser derhiqûqiya di dema lêpirsîn û dadgehkirinê de û got: "Dema mirov li pêvajoya darizandinê dinere, ji wê rojê heta niha di xala necazakirinê de hatiye israrkirin." Înce, bilêv kir ku der barê bûyerê de lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û bêyî ku keşf bê kirin û bêyî ku serî li pêzan bidin lêpirsîn hatiye kirin û ji mesafeyeke 20-30 metreyî dayikeke 55 salî ku xwarinê ji zarokên xwe re dibe tê kuştin. Înce got: "Û bi qisûrdariya zanebûyî 3 sal û 4 meh ceza li leşkerê ku dayikek kuştiye tê birîn. Dîsa necezatî rû da. Em ê li hemberî bêcezatiyê bitêkoşin û sedema vê têkoşînê jî ew e ku careke din ev sûc dubare nebin."    Înce da zanîn ku ew ê vê biryara dadgehê bişînin dadgeha bilind.