Salar: Dê di vê hilbijartinê de mexdûr û bindest bi ser bikevin 2018-06-01 09:20:24 MÊRSÎN - Nivîskar Muhammed Salar bal kişand ser mexdûriyetên di pêvajoya Rewşa Awarte de rû dan û destnîşan kir ku dê di hilbijartinê de ne ratgir û çepgir, dê derdorên bindest û mexdûr bi ser bikecin û dê ev derdor jî destekê bide HDP'ê.  Nivîskar- lêkolîner Muhammed Salar, destnîşan kir ku li hemberî îtifaqa AKP-NHP'ê û îtifaqa CHP, ÎP, SP û DP'ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) alternatîfa sêyemîn e.    ‘YA DIYARKER MUXALEFET E'    Salar, bilêv kir ku du faktorên girîng pêkanîna hilbijartina pêşwext hene. Salar anî ziman ku ji van faktoran a ewil, sedemên aborî ne û got: "Îktîdarê fêm kir ku dê di wadeyeke dirêj de ev yek bibe cihê bertekên tund û ji bo ev bertek veneguherin girseyan ev biryar da. Ji hêla xwe ve pêngaveke rast kirin." Salar, diyar kir ku sedema duyem jî; çewisandinên otorîter ên dewletê li her derî belav bûn û di civakê de ev yek jî bû cihê bertekên tund. Salar got: "Dema wisa be, divê siyaset li riyeke xelasbûnê bigere. Divê bihêle ku gel bêhnê bistîne. An jê mirov nikare demeke dirêj bi çewisandinê gel bi rê ve bibe. AKP û MHP ji bo kêliyekê be jî vê yekê kêm bikin, biryara hilbijartina pêşwext dan. Lê belê niha rewş di aleyha wan de ye. Çimkî ya diyarker muxalefet e û îktîdar jî di rewşa pasîf de ye."    ‘DÊ KURD Û OLDAR DESTEKÊ NEDIN'    Salar, bilêv kir tu hêleke îktîdarê ya ku oldar destekê bidin wê tune ye. Salar, anî ziman ku êdî tehemul ji bo kurdî jî tune ye û got: "Dê di vê hilbijartinê de beramberiya vê siyaseta ku tehamulî erdnîgariya kurdan û kurdan nake diyar bibe. Dê mirov di hilbijartinê de fatûreya vê yekê li îktîdarê bibirin. Wisa difikirim ku dê hem kurd hem jî oldar destekê nedin."    Salar, destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de ji rastgir û çepgiran wêdetir, dê mexdûr û bindestên ku di şert û mercên Rewşa Awarte de dijîn bi ser bikevin. Salar, anî ziman ku divê mirov bibe dengê vê derdorê. Salar bilêv kir ku ew wisa difikire ku dê mexdûrên KHK'ê, mexdûrên Rewşa Awaret, kurd, derdorên çepgir û demokrat dengê xwe bidin HDP'ê.    Salar, bi bîr xist ku namzetê serkomariyê yên HDP'ê Selahattin Demritaş diyar kiriye ku ew çepgirekî misilman e û ev gotin di civakê de bûye cihê sempatiyeke mezin.