ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-01 09:00:59 * Nivîskar Muhammed Salar bal kişand ser mexdûriyetên di pêvajoya Rewşa Awarte de rû dan û destnîşan kir ku dê di hilbijartinê de ne ratgir û çepgir, dê derdorên bindest û mexdûr bi ser bikecin û dê ev derdor jî destekê bide HDP'ê.  * Li Erdexanê, di du salên dawî de hema bêje tu rêveber, endamên partiyê, ciwan û xwendekar neman ku nehatin girtin. Di vê hilbijartinê de dê û bavên kesên hatin girtin xebatên hilbijartinê hilgirtin ser xwe.    * YSK'ê biryara da ku dê li navçeya Payîzava ya Wanê 27 sindoq bên veguhastin. Ev sindoqên ku dengên HDP'ê ji wan dertên, hin jê dê li gundên cerdevanan ên bi qereqolan dorpêçkirî û 40 kîlometre dûr bên danîn. Ji gundên ku dê sindoqên wê bên veguhastin yek jê jî Hindistan e. Şêniyên Hindistanê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Eger sindoqan bibin Stenbolê jî, em ê biçin û dengê xwe bidin."    * Li Geverê leşker Alî Dagkiran Surmî Înce kuştibû. Di doza Înce de dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li leşker Dagkiran birî. Parêzerê dozê Bunyamîn Înce bertek nîşanî vê yekê da û got: "Em hemû derhiqûqiyên we li asîmanan dinivîsînin."    * Fîkîrtepeya ku di nav pençikên "Veguherîna bajêr" de ye, niha veguheriye qada înşeatê. Gelên semtê Fîkîrtepeyê şibandin qada şer û gotin: "Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar."    * Jinên Tekirdagî, bi bîr xistin li bajarê wan ji 7 namzetên AKP'ê yek jê jin e, lê ji yên HDP 3 jê jin in û gotin: "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ev berpirsiyariyeke wijdanî ye."    * Namzeta HDP'ê yê Amedê Ferda Fahrîoglû Akin ku ji ber danezana aştiyê îmze kir hat îxrackirin, anî ziman ku eger HDP bi ser bikeve ew ê bikaribin vegerin ser karê xwe.    * Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Parêzer Ebrû Gunay, ku bi salan parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir, bal kişand ser şert û mercên Îmraliyê û got: "Li hemberî vê tecrîdê pêdivî bi siyaseteke çalak heye. Em ê ji bo vê yekê bitêkoşin."    * Danişîna doza 138 siyasetmedardên HDP'î ku der barê wan de doz hatibû vekirin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna rojnameger Îbrahim Coşkun ku bi sedema li ser wî 102 rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî hat girtin doz li wî hatibû vekirin, dê li edliyeya Manîsa bê ditin. (13.00)   * Baroya Amedê dê li ber avahiya Edliyeya Amedê Tahir Elçî bibîr bînin. (13.30)    *Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ziyaret bike. Piştre dê Meclîsa Odeya Bazirganiyê ya Amedê re bê cem hev. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî dê li Erdexan û Qersê bi gel re bê cem hev. (11.00-17.00)   * Rêxistinên HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek cihan buroyan vekin, esaf û rêxistinên demokratîk ziyaret bikin.