HDP'ê doza xwînê ya 4 salan berê bi dawî kir 2017-10-14 16:28:33 RIHA - Doza xwînê ya berî 4 salan li Rihayê qewimî bû, bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û HDP'iyan bi dawî bû. 4 sal bû li taxa Edene Cilabê ya navçeya Karakopruyê ya Rihayê di navbera malbatên Donmez û Ateş de doza xwînê hebû, bi tevlêbûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, wekîlên HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dilek Ocalan bi dawî bû.   Xarina aştiyê ya ku hat dayîn, wekîlên AKP'ê yên Rihayê Seyît Eyyupoglu û Mehmet Kaçar jî hatin dawetkirin. Konvoya ku rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajêr jî di nav de bûn, çûn serdana welatiyan û ji hêla gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Ahmet Turk bi kurdî axaftinek kin kir û ji her kesî re spasiyên xwe kirin. Turk got ku "Gelê me biryara aştiyê diye" û xwest dozên bi vî rengî di nava kurdan de neqewimin.   Di 11'ê Nîsana 2013'an de di navbera malbatên Donmez û Ateş de şer derketibû, di şerê çekdarî de ji malbata Donmez 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû, kesek jî birîndar bûbû.