Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin 2018-05-31 20:04:11   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 760 serlêdanên parêzeran hatine redkirin.    Parêzer Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Tûrgût ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê bi hinceta "Sînordarkirinên der barê hikumxwaran de" yên Qanûna Jimare 5275'an serlêdana parêzeran red kir.    Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Heta niha 760 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "nebaşiya rewşa hewayê", "koster xirabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin astengkirin.