Koma nijadperest xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike 2018-05-31 17:18:34   ANTALYA – Li Antalyayê li ser hewldana namzetê wekîltiyê yê MHP’ê komekê xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike û HDP’î bi êrîşê re hevrû man.    Li Antalyayê namzetên HDP’ê Kemal Bulbul, Denîz Yildirim, Erdal Gîlgîl û Meral Geylanî di çarçovya xebatên hilbijartinê de çûn naçveya Elmali û esnafan ziyaret kirin. Di serdanê de namzetên HDP’ê û namzetê MHP’ê Tumer Emeksîz li rastî hev hatin.    Namzetên HDP’ê silav dan dan Emeksîz ê MHP’î. Emeksîz bi gotinên sorkirî bersiv da namzetên HDP’ê. Li ser vê yekê kesên li gel Emeksîz telefonî alîgirên xwe kirin û destek ji wan xwestin.    Piştî demek kin komek ji MHP’yan pêk dihat hatin cihê bûyerê û heqaret li HDP’yan kirin, gef li wan xwarin û xwestin êrîşî wan bikin. Li ser hewldanên aqlê selîm ên HDP’yan bûyer mezin nebû û bi dawî bû.