Ji namzet Bariş Atay peyama Geziyê: Em ê biguherînin 2018-05-31 16:18:52   NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP li gelek navendan xebatên xwe birêve dibe. Namzetê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay peyama Geziyê da û got: “Wê bi me bê guhertin û em ê biguherînin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lig elek navendan xebatên xwe didomîne. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê li ber avahiya xwe der barê salvegera berxwedana Geziyê de daxuyaniya çapemeniyê da.    ‘EM BI RIHÊ GEZIYÊ BIÇIN HILBIJARTINÊ’    Namzetên HDP’ê yên Edeneyê û rêveberên HDP û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural daxuyanî da û got ku ew xwe bi ruhê berxwedana Geziyê ji hilbijartinê re amade dikin û dê dawî li polîtîkayên bê edaletî bînin.    ‘EM Ê BERXEWDANA GEZIYÊ MEZIN BIKIN’    Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî axivî û got: “Meseleya Geziyê divê mirov wek meseleya darê nebîne. Ew çalkî û berxwedan hêrsa li dijî AKP’ê bû. Em ê têkoşîna Geziyê mezintir bikin.”    Namzetan pişt re rojnameyên herêmî 5 Ocak û Yenî Adana ziyaret kirin.  Namzet Sever Uzun jî li taxa Ova ya Seyhanê bi jinan re hat ba hev û behsa HDP’ê jinan re kir.    MÊRSÎN   Namzetên HDP’ê yên Mêrsînê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Tarsûs, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîrû Mezîtlî civînên gel û ziyareta esnafan pêk anîn. Namzetan di serdanan de bal kişandin ser girîngiya HDP’ê û ji bo Tirkiyeyek nû xwestin gel HDP’ê destek bike. Namzetan navnîşana çareserkirina pirsgirêk û tengezariyan HDP’ê nîşan dan.    ANTALYA    Namzetên HDP’ê yên Antalya Kemal Bulbul, Denîz Yildirim, Erdal Gilgîr û Meral Geylanî jî li navçeya Elmali şêniyên taxa Tekke, Turbeya Abdal Musa û esnafan ziyaret kirin. Namzetan li ser Turbeya Abdal Musa diayan kirin û loqme li welatiyan belav kirin.    HATAY    Namzetên HDP’ê yên Hatayê Bariş Atay, Ekrem Nalbant, Hulya Kavuk û Mîthat Mîroglu jî bi boneya salvegera berxwedana Geziyê gora Halîl Aksakal ê li Rojava li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da û Okan Pîrînç ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kirin. Namzetan qurnefil danîn ser goran û diayan kirin. Namzetan pişt re derbasî navenda navçeya Samandagê bûn û esnafan ziyaret kirin. Welatî û esnafan eleqeyek zêde nîşanî namzetan dan û gotin ku ew ê HDP’ê destek bikin.    ‘EM Ê BIGUHERÎNIN’    Piştî ziyaretê li navçeyê buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyê de Namzet Barış Atay axivî û got: “Em ê di 24’ê Hezîranê ji faşîzma AKP’ê re bêjin temam? Em ê hesabê polîtîkayên çandiniyê û nedana belgeyên turîzmê bipirsin gelo? Îro salvegera Geziyê ye. Salvegera yên li Nurhaqê jiyana xwe ji dest dane ye. Em ê hesabê van bipirsin? Wê bi me biguhere û em ê biguherînin.”