Ji bo jiyanek nû belav nebe qeyûm tayîn kirin 2017-10-14 16:19:36 STENBOL - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr diyar kir ku ji bo jiyaneke nû belav nebe, qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kirine. Di pêşengiya Partiya Pêşeroja Çep û Kesk (YGSP) li Otela Hîll a li Taksîmê sempozyuma bi navê "Rêveberiyên Herêmî ya Fîkrî Sonmez" hat lidarxisitn û sempozyumê bi sernavê "Rêveberiyên Herêmî û Siyaseta Civakî" dewam kir. Di sempuzyumê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Şaredarê berê yê HopayêYilmaz Topaloglu, Şaredarê Çamlihaşîmê yê berê Îdrîs Lutfu Melek û Serokê Konseya Bajêr a Nîluferê Fehmî Engînalp jî cih girtin.   EDÎP SOLMAZ Û FÎKRÎ SONMEZ BI BÎR ANÎN   Baydemîr di axaftina xwe de Edîp Solmaz û Fîkrî Sonmez jî bi bîr anîn û tecrûbeyên xwe yên di dema Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de parve kir û ev tişt got: "Her toxlayek bi ser tuxlayê ku berî wê tê danîn tê avakirin. Her xebata ku me dixwast em bi gelê bajêr dişêwirîn. Karê şaredariyê çêkirina nexweşxaneyê nîne, karê wan têkoşîna li dijî dirmiyan e (bakterî)." Baydemîr bal kişand ser projeya Parka Sumerê ya Amedê jî û got ku "Me ji qada rantê veguherand zanîngehê" û destnîşan kir ku Mala Rojê ya ku li Parka Sumerê hatiye çêkirin, heta civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) çûye.   ‘EM JI DEWÊ XWE RE DIBÊJIN TIRŞ E’   Baydemîr da zanîn ku armanca wan ew e hemû nasnameyan hembêz bikin û aşkera kir ku wan Dêra Ermeniyan a Surp Gragosê vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêvberiyên herêmî divê hemû bawerî, çand û nasnameyan bi hev re bide jiyankirin. Em her dem ji dewê xwe re dibêjin tirş e. Ez bawerim hevalên li vir xebera wan ji xebatên Şaredariya Bajarê Mezin tune."   ‘TEQES EM Ê BI SERKEVIN’   Baydemîr qeyûmên tayînê şaredariyên DBP'ê hatin kirin jî şîrove kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jiyaneke nû pêkan e, ji bo ev negihêje gel qeyûm hatin tayînkirin. Lê ruxmê qayûman jî em ê teqes bi ser kevin. Em ê teqes faşîzmê têk bibin."   Sempozyum, bi sînevîzyonê bi dawî bû.