Derdora Parqa Gezî bi bariyeran girtin 2018-05-31 12:48:23   STENBOL – Beriya çalakiyên ku dê di 5’emîn salvegera Berxwedana Geziyê de bên lidarxistin derdora Parqa Geziyê bi bariyeran girtin. Hemû rêyên derdikevin qada Taksîmê jî li trafîkê hatin girtin.   Piştî ku Piştevaniya Taksîmê bang li gel kir û xwest her kes di saet 19:30’an de bê Parqa Geziyê polîsan derdora parqê bi bariyeran girt. Piştî daxuyaniyê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê jî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ji saet 15:30’an ve şûn ve dê qada Taksîmê li çûyîn û hatinê bigirin û her wiha dê gelek rêyan din jî li trafîkê bigirin.