Namzet bi şev û roj di nav gel de ne 2018-05-31 12:36:43   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed, Mereş, Meletî û Rihayê namzetên HDP’ê heta saetên dereng ên şevê esnaf û welatî ziyaret kirin.    Rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîra Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa navçeyê Seyrantepeyê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr û rêveberên HDP’ê û gelek welatî tev li vekirinê bûn. Welatiya bê navber dirûşma “Bijî HDP” berz kir. Pîr axaftinek kurt kir û got ku ji bo ew di 24’ê Hezîranê de siyasetmedaran ji girtîgehê berdin dengê xwe didin Demîrtaş û HDP.  Buro ji aliyê dayikek û zarokên biçûk ve hat vekirin.    MEREŞ    Namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî li bajêr xebatên hilbijartinê birêve dibin. Namzet li navçeya Pazarcik û bajaroka Narli bi welatî esnafan re hatin gel hev. Namzet ji aliyê welatiyek ve bi kelecanek germ hatin pêşwazîkirin. Namzet ji gel re axivîn û gotin ku partiya wan HDP ji bo siyaseta li Tirkiyeyê sîgorta aştî, demokrasî û azadiyê ye.    MELETÎ   Namzetên HDP’ê yên Meletiyê û rêveberiya HDP'a bajêr li gelek taxan bi hemwelatiyan re hatin cem hev û li taxa Haniminçîftligî buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP’ê Yusuf Bozkuş, Jiyan Taş û rêveberên bajar û navçeyan li gundên Kurecîk, Aksut, Kasimuşagı, Develî, Sarihaci, Çakillipinar û Harunuşagi ya girêdayî navçeya Akçadagê bi gel re hatin cem hev. Di serdenê de gel namzetan bi kelecanek mezin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de zêdehî û eleqeya jinan hêjayî dîtinê bû.   Piştî serdana gel namzetên HDP’ê Jiyan Taş, Kemal Gedîk, Fatma Alataş, Huseyîn Kilinç û Yusuf Bozkuş derbasî taxa Haniminçîftligî ya navçeya Battalgaziyê bûn û li vir buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroya hilbijartinê de Hevseroka HDP’ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya axivî û got ku AKP dixwaze HDP’ê di binê bendavê de bihêle û xwest hemû kes dengê xwe bide û li sandoqan xwedî derkeve. Namzet Mehmet Tuncel jî dazanîn ku ew ji nava gel derketine û zarokên cotkar, karker û kedkaran in û anî ziman ku ewê tevî gelê xwe aştî û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Piştî axavtinan vekirina buroya hilbijartinê bi tilîlî û gerandina govendê pêk hat.   RIHA   Di çerçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Hêlwanê jî namzetên HDP’ê çûn serdana gel. Di serdana firneyekê de nanê li ser ‘HDP’ hatî nivîsandin ji bo namzetan hat çêkirin. Namzetên HDP’ê yên nanê li ser ‘HDP’ nivîsandî ji destê karkerên firnê girtin diyar kirin ku gel bû bingeha têkoşînê û anîn ziman ku bi pêşkeşkirina vê nanê jî dê gel jiyana nû av bide.