Li Amedê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da 2018-05-31 12:25:48 AMED – Li navçeya Hênê leşker û cerdevan derketin operasyonê. Piştî operasyonê di navbera leşker-cerdevan û endamên HPG’ê de pevçûn derket û cerdevanek jiyana xwe ji dest da.  Li herêma gundên Şilê û Speynê yên bi ser navçeya Hênê ya Amedê de leşker û cerdevan derketin opersyonê. Piştî operasyonê di navbera leşker-cerdevan û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî. Emrah Tezgel ê cerdevan ku di pevçûnê de birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyubî û li gel hemû midaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Piştî pevçûnê têketin û derketina navçeyên hat girtin. Hat zanîn ku leşkeran seranserî riya Çewligê jî dorpêç kiriye.